17 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
ANKARA
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di operasyona dijî rêxistina terorê da di lênûskeke nîşeyan a terorîsteke jin a ku hat qefaltin da qala diltengî, bêçarebûn û poşmaniyên wê tê kirin.
Li gorî agahiya ku ji jêderên ewlekariyê hat wergirtin, li Nisêbînê operasyonên dijî rêxistina terorê bi biryar dewam dikiin. Di çarçoveya operasyonan da di 16ê gulanê da lênûskeke nîşeyan ku ya terorîst Zehra K.yê ye hat dîtin.
Di lênûskê da qala diltengî, tengezarî, bêçarebûn û poşmaniyên terorîsta jin a piştî ku beşdarî rêxistinê bû û şûnda rû dan, tê kirin.
Terorîstê di rûpela lênûskê ya ku dîroka wê 29ê nîsanê ye da dibêje ew ne seba dozê, ji ber ku êdî ji heyata xwe tengezar bû, loma beşdarî rêxistinê bû û bi vê beşdariyê va jî xeletiyeke pir mezin kir û ji ber hindê jî divê xwîşk û birayên wê şaşitiyeke wiha nekin. Terorîst di notên xwe da bi taybetî jî qala dûrmayîna ji dê, bav, xwîşk û birayên xwe dike û diyar dike ku gelekî bêriya wan kiriye, gelekî li ber xwe dikeve, pir diêşe. Herwisa di risteyên lênûskê da behs tê kirin ku serkirdeyên rêxistinê wan wekî piyon diemilînin, piraniya hevalên wan mirin û dawiya wanê jî mîna ya hevalên wan be.
- "Ya ku ez anîme vî halî jî rêxistin e"
Di defterê da "Ev nîşe bikeve destê kê, ez tika dikim, bila bighînin malbata min. Ev daxwaz wesiyeta min e" hat gotin û wiha berdewam dike:
"Ji birayê min ê Ramazan û Aptullah ra... Birayê min ê Ramazan, ez bi taybetî jî bo te dinvîsim, piştî ku ez mirin teqez tevlî nebe. Ez li ser dozekê nehatim tevlê nebûm, ji ber ku ez ji vê jiyanê tengezar bûm, bê Zeyno mam (tevlê bûm). Ya ku ez anîme vî halî jî rêxistin e. Ya ku her tişt anî vî halî, her tişt xerab kir û bû sedema ev qas mirinan jî dîsa rêxistin e. Ez hê jî ji wan hez nakim û ez ê hez nekim jî. Li jiyana xwe binhêrin û nekevin heyra tu tiştî, lewra ev doz bê feyde û pûç e. Em hemû jî piyon in, kê bi hêz be timî kesên bê hêz têk dibin. Ez tenê ji te tiştekî dixwazim, tu carî nekeve nav vê rêxistinê... Diya min a ku li ber dilê min şirîn e (Helîma şirîn)... Hêrsa me ji we hat em derketim çiyê. Ooff oof dayê, tu nizanî ku ez çi qas tengasiyê dikşînim, tu nizanî ku dilê min çi qasî dişewite, ez bi tu awayî li ser xwe da nehatim... Ji Delîlê kekê min ra... Heke tu jiyana min dipirsî, xerab e. Nîvê hevalên min şehît bûn, gelek jî birîndar hene morala min qet tuneye ax birayê min ez ew qas bi şik û guman im ku.. Xwezî em neketana vê jiyanê, xwezî ez derneketama serê vî çiyayê îllet, ez çi zanim hêrsa min û rikê min em kirin çi halî..."