19 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
KARAMAN
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Karamanê beşdarî merasima dêrçûnê ya Dibistana Bilind a Pîşeyan a Polêsan bû û axivî.
Wezîr Soylu li ser têkoşîna ku polês û leşker didin sekinî û mijar anî ser operasyonên îroyîn û wiha got:
"Qehremanên me, ewladên me di bin sifirê 30 pile sermayê da dikevin hemû şikeftên van xayînan, operasyon li ser operasyonê dikin. Di 6 mehên dawîn da pêşî li ber 153 bûyerên giring hatin girtin, 4 kesên ku bombe li ser wan û 21 gumanbarên ku amadehiya çalakiyê dikirin, hatin girtin, 22 wesayitên bombebarkirî hatin bidestxistin.
Operasyonên ku me li Liceya Diyarbekirê, Omeryana Mêrdînê û herêma Amanosan da destpêkirin, ku ev der bibûn navenda baregeh û rêvebiriya PKKyê, dewam dikin. Di nav 6 mehên dawîn da 800 stargeh, spartgeh hatin îmhakirin, 11 hezar û 738 operasyon hatin kirin. Ji bo ku çembera dora terorîstan were tengkirin, tîmên me li ser rê û dirban kontrolan didomînin. Tenê di 2017an da 7 milyon û 720 hezar û 330 wesayit hatine kontrolkirin, ji van qeyda 92 hezar û 519 wesayitan hatiye girtin."