BURSA
Alîkarê Serokwezîr li Navenda Çand û Kongreyê ya Ataturkê, di merasîma pîrozkirina cejnê de axivî û got ku li gor daneyên îstatîstîkê, li Tirkiyeyê jê 2,5 mîlyon pez bi tevahî 20 mîlyon heywan ji bo qurbanê hatin serjêkirin. Derfetên welatiyên me hene ku qurbanê serjê dikin û goştê qurbanê li mislimanên xizan yên welêt û derveyî welêt belav dikin.
Arinç bal kişand ser aramiya welêt jî û got: "Şikir em li welatê xwe di nav hizûr û aramiyê de dijîn. Li çiyayê Gabarê malbat, welatî û leşker hatin bal hev û cejna hev du pîroz kirin. Li Yuksekovayê welatî bi dilxweşî cejn kir lê mixabin li hin welatên Îslamê alozî û şer dewam dike."