Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç der heqê çêkirina sekreteryayê ku ji bo Îmraliyê tê xwestin de got: "Li gor min ev daxwaz (daxwaza sekreteryayê) daxwazeke neheq nîne. Madem diçin cem û tên û mirovekî wisa ye ku peyamên wî tên ragihandin, Wezareta Dadê wê di çarçoveya hiqûq û rêziknameya girtîgehê de hin derfetan bidê."
Arinç der heqê rojevê de ji A Haberê re axivî. Arinç got ku gelek kes dixwazin ku pêvajoya çareseriyê bi ser nekeve û wiha dewam kir: "Em pêvajoyê bi biryardarî dimeşînin. Ji bo bingeha zagonî ya pêvajoya çareseriyê di TBMMê de verastkirin çêbû.
- "Li gor min ev daxwazeke maqûl e"
Arinç li ser pirsa "Ji bo Abdullah Ocalan behsa sekreteryayekê tê kirin. Behsa sekreteryayeke ku wê ji 10 kesan pêk were, tê kirin. Hûn wek Berdevkê Hikûmetê vê yekê piştrast dikin?" got: "Ez nikarim piştrast bikim, lewra tiştekî wiha tuneye. Hûn jê re dibêjin sekreterya, lê dibe ku rêyeke din be. Dibe ku ew behsa ya dilê xwe dikin, li ser diaxivin, ez ji wan re rêzê digrim."
Arinç got ku Ocalan daxwaz dike û dibêje "Ez li vê derê tenê me. Hûn tên bi min re hevdîtinê dikin. Pêvajo jî didome. Heta ku ev pêvajo dewam bike, divê ez jî bişopînim ku me çi xeberda, me çi biryar da, em ê li ku, kêngê çi bikin, çi nekin" û wiha dewam kir:
"Li gor min ev daxwaz (daxwaza sekreteryayê) daxwazeke neheq nîne. Madem diçin cem û tên û mirovekî wisa ye ku peyamên wî tên ragihandin, Wezareta Dadê wê di çarçoveya hiqûq û rêziknameya girtîgehê de hin derfetan bidê. Ev sekreterya wê ji filan jinê, bêvan mêrî pêk neyê û wê her roj neçe bi Ocalan re hevdîtinê neke. Wê li gor şertê girav û girtîgehê çêbibe. Wezareta Dadê wê vê li gor şert û mercên girtîgehê çêbike. Li gor min ev daxwazeke maqûl e. Mirovekî ku hatibe vî emrî, ev 14 sal e di girtîgehê de pirtûkan dinivîse, tiştan dişîne. Lê helwesta me di vê pêvajoyê de dînamîk e. Îstixbarat pê re hevdîtinê dike. Li ser hin mijaran li hev dikin. Heke gotibe ku 'Ji bo ku ev biryarên em didin bên nivîsandin, bên şopandin pêdiviya min bi çend kesan heye', wê demê Wezareta Dadê wê van daxwazên wî bi cih bîne."
Arinç got ku Wezareta Dadê der heqê mijara sekreteryayê de dixebite û wiha pê de çû: "Dibe ku ev sekreterya ji mehkûmên li cem wî an jî ji mehkûmên nû jî pêk were. Dibe ku ji kesên wezîfedarên girtîgehê jî pêk were, lê teqez ev sekreterya wê ji kesên ji derve pêk neyê û wê li gor şertên girtîgehê, qanûn û rêziknameyê wê çêbibe."
Arinç bi bîr xist ku di civîna Mirovên Rûspî de jî hat rojevê ku ji vir û şûnde bila mirovên cuda biçin Girava Îmraliyê û got ku ev daxwazeke maqûl e, lê mijar hê safî nebûye.