Li Erbîlê ji bo îtîfaka Partiya Yekîtiya Demokratîk û partiyên kurd ên din civîn tên kirin û civîna sêyemîn dest pê kir. Parlamentera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana û Serokê Şaredariya Amedê Osman Baydemîr jî navbeynkariyê dikin.
Civînê li otêleke navçeya Selehaddînê ya Erbîlê dest pê kir. Parlamentera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana û Serokê Şaredariya Amedê Osman Baydemîr wek navbeynkar beşdarî civînê bûn.
Hat zanîn ku nûnerên Meclisa Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê û Meclisa Rojavayê beşdarî civînê bûn û di civînê de li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de muzakere tên kirin.
Civîn ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Hat diyarkirin, partiyên kurdan hewl didin hev qanî bikin ku weke yek heyetî beşdarî Konferansa Cenevre 2yê bibin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Azadiyê ya Sûriyê Mûstafa Cûma, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji mêj ve di navbera me û PYDê de pirsgirêk hene. Niha dibe ku di navbera me û PYDê de îtifaq çêbe. Muzekere dewam dikin. Her kes fikr û ramanên xwe dixwaze derbixe pêş. Heke lihevkirin pêkbê, dê wek yek lijneyî beşdarî Konferansa Cenevre 2yê bibin. Heke em li hev nekin, em ê di bin banê Koalisyona Neteweyî ya Sûriyeyê de beşdarî Cenevre 2yê bibin."