18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 19 Hezîran 2016
ORDU
Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got ku "Armanca esas a fealiyetên terorê yên ku li hin bajêr û navçeyên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û hem jî ya xebatên terorê yên ku bi wesiteya êrîşkarên xwekujiyê ji aliyê PKK û DAEŞê ve li gelek cihên welêt tên kirin pêşîgirtina Tirkiyeyê ye."
Kurtulmuşê ji bo ku beşdarî hin bernameyan bibe hat Orduyê beşdarî Merasima Xîmavêtina Navenda Bazirganiyê ya Şaredariya Unyeyê bû.
Kurtulmuş di merasimê de axivî û qal kir ku hin kes ji bo ku îstiqrara berdest a li Tirkiyeyê, atmosfera aramî û gumrahiyê ji holê rakin ji çar aliyan dixebitin û wiha axivî: "Ji aliyekî ve rêxistinên terorê ji aliyê din ve jî hin mîhraqên navxweyî û derve yên li pişt rêxistinên terorêli her aliyê di her rewşê de kesên dixwazin ku 'Tirkiye pêş nekeve, Tirkiye hêzdar nebe' bi her wesîleyê li Tirkiyeyê jî mixabin ji bo ku atmosferê bînin rewşeke neyinî her derfetê bi kar tînin. Va ye teror tenê yek ji van e."
- "Parçekirina mirovên vê gelê mimkûn nîne"
Kurtulmuş diyar kir ku armanca esil a terorê ew e ku pêşiya Tirkiyeyê bigire û wiha axivî:
"Armanca esas a fealiyetên terorê yên ku li hin bajêr û navçeyên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û hem jî ya xebatên terorê yên ku bi wesiteya êrîşkarên xwekujiyê ji aliyê PKK û DAEŞê ve li gelek cihên welêt tên kirin pêşîgirtina Tirkiyeyê ye. Ew ên ku ev teror dikin jî dizanin ku dabeşkirin û parçekirina Tirkiyeyê mimkûn nîne. Ev gel ne gelekî wisa ye ku bi tesadûfî hatibe bal hev. Ev gel li van axan, li erdnîgariya Anadoluyê çendî salan bi hev re, di nav aramiyê de, di nav aştiyê de jiyaye. Ev gel mirovên ku heman dîrok, erdnîgarî, çand, kevneşopî û edet, heman dîn, heman qibleyê parve kiriye û bawerî bi heman pêxember û Xwedayê aniye. Ji ber vê yekê ne ji aliyê etnîk ve parçekirina vê gelê mimkûn e ne jî ji aliyê mezhebî ve."
- "Hêza tu kesî têrî nake ku vî gelê dabeş bike"
Nûman Kurtulmuş sifreyên qerebalix ên ku di meha remezanê de tên danîn bi bîr xist û got ku "Ji ber wê bila tu kes dil neke. Heta ku ev sifre hebin, heta ku ev fitar hebin heta ku dengê Allahu Ekberê aramî û bereketê bîne sifreyên mirovan û dilê mirovan hêza tu kesî dê têrî neke ku vê gelê dabeş bike, xeyala tu kesî têrî nake. Lê dixwazin ku Tirkiyeyê mijûl bikin û ji piyên Tirkiyeyê bikşînin."
Kurtulmuş got "Bersiva herî xweş a vê yekê hûn didin. Tirkiye îstiqrarê hildibijêre. Tirkiyeyê di hilbijartinên 1ê sermawezê de jî îstiqrar hilbijart, soz da ku dê ji aliyê aborî û siyasî ve bêtir pêş bikeve. Niha berpirsyarî li ser me ye" û wiha axivî: "Em jî li ser navê we bi wekaleta we hewl didin ku vê berpirsyariyê bi cî bînin. Înşeallah Tirkiye bi îstiqrara xwe ya siyasî û îqtisadî, bêyî ku bikeve nav kaos û qeyranan û ji aliyê din ve jî dawî li teror û rêxistinên terorê bîne û armancên mîhraqên xaîn ên li pişt wan vala derxîne û di rêya xwe de berdewam bike."
Kurtulmuş piştî axaftina xwe bi Parlementerê AK Partiyê yê Orduyê Ergun Taşçi, Walî Îrfan Balkanlioglu, Serokê Şaredariya Mezin Enver Yilmaz, Şaredarê Unyeyê Ahmet Çamyar û bi rayedarên protokolê yên din re xîmên înşeata tê payîn ku di 20 mehî de bê temamkirin avêt.