19 Hezîran 2016•Rojanekirin: 20 Hezîran 2016
ANKARA
Tirkiyeyê 40 sal cezayê hepsê yê ku li Misirê dan Mihemmed Mursiyê serokomarê berê, şermezar kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da wiha hat gotin: "Li Misirê Serokomar Birêz Mihemmed Mursiyê ku bi rêyên demokratîk hat hilbijartin û ji sala 2013yan vir va girtî ye cezayê hetahetayê xwar, em vê rewşê şermezar dikin. Li gor gorî fikr û ramana me ev biryar feydeyê nade îstiqrar û hizûra Misrê."
Li Misirê Dadgeha Cezayê ya Qahîreyê ji ber sûcê îdarekirina Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) ku li welêt qedexe ye û wek rêxistina terorê tê qebûlkirin cezayê hetahetayê (25 sal) û ji ber ber sûcê "sîxuriya li ser navê Qetarê" cezayê hepsa hetahetayê (15 sal) ceza dabû Mihemmed Mursiyê serkomarê berê.