KURTUBA
Mixalifên Sûriyeyê bi piştgiriya Îspanyayê, ji 2012an vir de ev cara 3yêmin ê li Îspanyayê dicivin. Mixalifên Sûriyeyê, li vir xebatên amadehiya Cenevre-2yê ya di 22yê çileya paşîn de bê lidarxistin dan destpêkirin.
12 nûnerên komên mixalifan û rewşenbîr bi tevahî 130 kes beşdarî civînê bûn û dijî Esed li ser tevgereke hevkar axivîn. Di destpêka civînê de endamên çapemeniyê 40 deqîqe di hindir de man û dewama civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Axaftina yekemîn li ser navê hikumeta Îspanyayê Rêvebirê Giştî yê Rojhilata Navîn, Behra Spî û Bakurê Afrîkayê Manuel Gomez Acebo kir. Acebo, diyar kir ku li Sûriyeyê heta niha 130 hezar kes mirin û hikumeta Îspanyayê bûyerên li Suriyeyê bifikar dişopîne. Acebo, got ku ji bo dahatûya Sûriyeyê ji demeke girîng derbas dibin û hevî dikin ku Konferansa Cenevre-2yê bibe sedema gavên aştiyê.
Li ser navê Artêşa Sûriyeya Azad Muhammed Fares axivî û got ku ew hevîdarin di tekoşîna dijî Esed de civaka navneteweyî piştevaniyê bide wan.
Ji Partiya Pêşketina Neteweyî ya Sûriyeyê Muhammed Barma jî bûyerên li welatê xwe bi faşîzm û nanîzmê re qiyas kir û got: "Li Sûriyeyê pergaleke wisa lazime ku dîn, ziman û neteweyan ji hev cuda nebîne û bingeha wê jî demokrasî û aştî be.
Di civînê de mezinê dîn El Yaqubî jî axivî û diyar kir ku tekoşîna li dijî Esed "pêdiwiye" û gelê Sûriyeyê "rûmet û baweriyê" diparêze.
Ji aliyê din li Îspanyayê qirîza aboriyê heye, di rojnameyên Îspanyayê de hat diyarkirin ku mesrefa civînê 250 hezar Ewro girtiye.