05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
HAKKARÎ
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim got: "Ez ji Hekariyê dibêjim, li tu bihusteke vê axê wê terora bêbext nemîne û em ê koka hemûyan biqelînin."
Yildirim li Meydana Hikûmetê ya Nû di mitînga Hekariyê ya AK Partiyê da axivî.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku wê koka terorê biqelînin û wiha peyivî: "Ez ji Hekariyê dibêjim, li tu bihusteke vê axê wê terora bêbext nemîne û em ê koka hemûyan biqelînin."
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim diyar kir ku derd û pirsgirêkeke wan ya bi xwîşk û birayên me yên Kurd ra tuneye û wiha axivî: "Ew xwîşk û birayên me ne. Bi Kurdbûna xwe serfiraz bin û bi serbilindî qala Kurdbûna xwe bikin, lewra ji ber vê tu kes nikare tiştekî bi we bike."
Yildirim destnîşan kir ku Amerîka û Ewropa dixwazin ji Kurdan ra dewletekê çêkin û wiha got: "Amerîka û Ewropa bûne yek û dibêjin 'Em ji Kurdan ra dewletekê ava bikin.' Dewleta Kurdan axa Anadoluyê ye. Herin ber deriyekî din."
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim diyar kir ku pirsgirêka xwişk û birayên min yên Kurd PKK ye û wiha dewam kir: "Ev belaya serê Kurd û Tirk û hemû însanên mesûm in. Me soz daye û em hewl didin ku vê belayê bi hev ra dûr bixin û înşallah em ê bi hev ra bi ser bikevin."
Yildirim di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Deriyê Sînorî yê Uzumlu-Esendereyê vekirî ye, niha em ê Deriyê Sînorî yê Derecik Şemdinliyê jî vekin. Têrê nake. Em ê deriyê qadê yê Şemdinliyê bi Îranê ra jî vekin. Bi vî awayî dê ticareta digel Iraqê dest pê bike û dê ticaret şûna terorê bigire. Dê hilberîn çêbibe û rûyê însanên me geş bibe."