Nihat Kavşut
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
BRUKSEL
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg: "Ez kêfxweş im ku Tirkiye û Amerîkayê li Minbicê li ser nexşereyê li hev kirin."
Stoltenberg li baregeha NATOyê ya li Brukselê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û destnîşan kir ku Tirkiye û Amerîkaya mutefîqên NATOyê li bakurê Sûriyeyê ji bona çareserkirina rewşa aloz hewl didin û got ku ev hewldan ji bona NATOyê girîng in.
Stoltenberg diyar kir ku nikare li ser barê naveroka nexşerêyê biaxive û got ku wê herdu mutefîqên NATOyê vê eşkere bikin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg destnîşan kir ku di serdanên xwe yên li Washington û Enqereyê bi mixataban ra li ser Minbicê axiviye û wiha got: "Ez kêfxweş im ku Tirkiye û Amerîkayê li Minbicê li ser nexşereyê li hev kirin."
Stoltenberg diyar kir ku di şerê dijî terorê da divê guh bidin fikarên meşrû yên Tirkiyeyê.