26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
BAKU
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Piştî ku cinazeyê Aylan li peravê xist, mirovahiyê ji xwe ra wiha got 'em çi dikin.' Beriya ku cinazeyê Aylan li peravê bixe, hûn li ku bûn? 6 sal in li Sûriyeyê ev însan dimirin. Hejmara însanên ku em ji Ege û Behra Sipî derdixin gihîşt 100 hezarî. Ji mirinê hatin xilaskirin. Vê gavê ji Sûriye û Iraqê 3 milyon penaber li welatê me ne. Wek dost tên cem me, em sipasiya wan dikin. Li cem me gotinek heye, dibêje 'Bi gotina hingiv dev şîrîn nabe.' Heger tu hingiv bixwî devê te şîrîn dibe. Heta niha mesrefên ku bi destê me hatiye kirin ji 10 milyar dolarî derbas bûye."
Serokomar Erdogan der barê Tifaqa Medeniyetê ya Neteweyên Yekbûyî da wiha got: "Digel serkeftina tifaqê divê em vê rastiyê jî qebûl bikin. Wek civaka navneteweyî em hê jî ji armancên avakirina tifaqê dûr in. Mixabin em nikarin dev ji pêşqebûlan berdin. Em nikarin li dijî fikrên radîkal û terora ku van fikran xurt dike têkoşîn û helwesteke hevbeş nîşan bidin."
Serokomar Erdogan: "Tu dîn, tu bawerî, tu çand, tu wicdan kuştina mirovên bê sûc û guneh qebûl nake. Bi taybetî jî îslam ku wateya wê 'aşîtî' ye. Ma dîneke ku maneya wê aşîtî be, qet terorîzmê qebûl dike? Di dînê me da ciyê terorê tune ye. Di serî de DAEŞ û rêxistinên din ku li ser navê îslamê derketine meydanê, tu eleqeya wan bi îslamiyetê ra tune ye."
Serokomar Erdogan: "Li Sûriyê, Iraqê, Nîjeryayê, Fransayê, Pakistanê, Tirkiyê, Belçîkayê, Îspanyayê, bombe li van hemû welatan li pey hev diteqin, lê li hemberî vê êşa xwe me nikaribû helwest, vegotin û çalakiyeke hevpar pêk bînin. Me ji pevçûn, newekhevî û neheqiyên ku dibin sedema tundiyê ra çareyek nedit."
Serokomar Erdogan: "Heger em li hember vê mezhebgeriyê têkoşîneke hevbeş nedin, em nikarin aşitiyê saz bikin. Heger em li hember nijadperestiyê vê têkoşîna hevpar nedin, em nikarin li dijî terorê têbikoşin. Nabe em cudahiyê bixine nava nijadan. Em nikarin bêjin ev reşik in, ev ji nijada sipî ne. Pêwîst e em bi çavê mirovbûnê li hemî nijadan binerin û weke mirov hez ji wan bikin. Aha bingeha aşitiya cîhanê ji vê pêk tê."