19 Nîsan 2016•Rojanekirin: 19 Nîsan 2016
Serokomar Erdogan: "Di serî da me got 'Pêşîvekirina Demokratîk' lê ev nebû. Me got ' Yekîtiya Netewî û Biratiyê' ev jî nebû. Herî dawî me got 'Pêvajoya Çareseriyê' ev jî hat îstismarkirin, dîsa nebû. Êdî em vana daynin aliyekî. Me pêvajoya çareseriyê jî ceriband nebû û me ew 'kir sarincê.' Niha serdema operasyonan e. Gelo ew ê di serdema opersayonan da çi bibe? Ew ê ev mesele bê çareserkirin."
"Sînorên îro yên Tirkiyeyê sînorên me yên herî dawîn in. Mezinî û firehiya axa Dewleta Osmanî 100 sal berê nêzî 5 milyon kîlometreqare bû. Piştî îlankirina Komara me bi daxîlbûna Hatayê jî me bi tenê 780 hezar kîlomtreqare yanî ji şeşan yekê vê muhafaza kir. Helbet armanca sereke ew e ku ji ser vê erdnîgariyê kok û cilqelîna me bînin, em bi vê yekê dizanin. Bila tu kes li qisûrê mêze neke lê ew dewr êdî derbas bû."
"Mafê tu kesî tuneye ku qesdî hizûra vî miletî bike. Emê digel hêzên xwe yên ewlekariyê heya dawiyê bi ser de biçin û em diçin jî. Em bi polêsên xwe, leşkerên xwe, gundparêz xwe ra yek in. Emê bi tevkariyê vî karî bimeşînin. Heger em vê nebin serî, bira xwelî li seriyan be, emê bi ser bikevin. Ev milet bihêz e û hêz û qeweta xwe heye ku bi ser bikeve."
"Heta em rêxistina terorê, navên wê û alîgirên wê ku karê wan tenê kuştine jiyan nîne ji herêmê û welatê xwe neavêjin, em nikarin pêşiyê li ber êşan bigirin. Heger hûn li çareseriyê digerin çareserî ev e; heger rêxistina terorê û rêçên wê ji vê erdnîgariyê neyê avêtin çareserî çênabe."
"Şehîdên me ji bo welat û gelê me yê ku wek namûs dizanibûn mirin. Hela bêjin ev civanên kurd ên ku ji navê terorîst hatin kuştin ji bo çi mirin? Gelo mirina van ciwanên ku merzelê piraniya wan jî ew ê tunebe tu talaşa baronên li Qendîlê ye? Mirina van ciwanan ji bo kesên ku baronên terorê yên li Qendîlê bi kar tînin bi tenê teqtîk û îstatîstîk nîne îcar çi ye?"
"Ji hewcedariya Tirkiyeya ya ji bo Yekîtiya Ewropayê zêdetir Yekîtiya Ewropayê hewcedarê Tirkiyeyê ye. Vê wisa bizanibin."
"Leşker, polês, gundparêz û îstixbarata me, bi gelemperî hêzên me yên ewlehiyê bi fedakariyeke mezin cardin rêxistina terorê têk bir. Kesên ku ji xwe ra lîstika xweseriyê lîstin wenda kirin. Kesên ku xwestin bi siyaseta çalan bi ser bikevin wenda kirin."
"Armanca parêzbendiya parlementeran diyar e. Di mijara wan hizrên xwe yên ku hûn ji ser kursî va tînin ziman, hûn xwedî parêzbendiyê ne. Lêpirsînên din û hemî rewşên sûcê, ji bo ku li ser we nebin amraza sînordarbûnê, hemî di dema parlementeriyê da têne qerisandin. Lê heger hûn vê ji xwe ra bikine fersendek û piştevaniya rêxistina terorê bikin û weke milîtanên rêxistina terorê tevbigerin, li qusûrê nenêrin, illehîn parêzbendî we naparêze. Ez ji ber wê lihevhatina li TBMMê şanaz im."