24 Sibat 2016•Rojanekirin: 25 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş beşdarî civîna Komeleya Karsazên Anadolu Aslanlari (ASKON) bû û li vê derê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Kurtulmuş li ser pirsa beşdarbûna parlementereke HDPyî ku beşdarî merasima cinazê terorîstê êrîşa bibombe ya Enqerê bû got: "Ji bo vê yekê gotin namîne, meriv nikare li ser vê tiştekî bêje. Ev bi awayekî eşkere bi xayînên ku qestî vî milletî dikin ra tevkarî ye."
Kurtulmuş destnîşan kir, ev şirîktiya îxanetê, alîgiriya êrîşa terorê û dijayetiya millet e û li gor wî ev bi tu hinceteke maqûl nayê şîrovekirin.
Kurtulmuş li ser pirsa, der heqê mijarê da lêpirsînê vebe an na jî got ku "Ev karê me nîne, dozgerên ku li vê mijarê dişopînin heke hewce bibînin, wê lêpirsînê bikin."
"Ûris bomberanê bide sekinandin, em hêvî dikin ku encama girîngê ji mutabaqatê derkeve"
Numan Kurtulmuş pirseke li ser agirbesta li Sûriyê ya Rûsya û Amerîkayê jî bersivand.
Kurtulmuş bi bîr xist, agirbesta ku Sûriye û Rûsya plan dike wê di 27ê mehê da bikeve rewacê, ew li îhtimala rawestandina guleyan jî erênî dibînin. Lêbelê piştî pêvajoya agirbestê, heke agirbest dewam bike, pêvajoyeke mizakereyê ya ku wê 6 mehan dewam bike, wê çêbibe.