Fatih Gazioğlu
26 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Li Akşehîra navçeya Konyayê Mustafa Doganê namzedê serbixwe li kerê xwe siwar dibe, derî bi derî digere û ji welatiyan rayê dixwaze.
Mustafa Dogan ji bo Şaredariya Akşehirê bû namzedê serbixwe.

Mustafa Dogan kampanyaya xwe li Çarşiya Akşehirê da destpêkirin. Dogan afîşên xwe li kerê xwe kirin û li kolan û kuçeyên navçeyê geriya û ji welatiyan raya wan xwest.
Kampanyaya namzed Dogan ji welatiyan eleqeyeke mezin dît.
Mustafa Dogan daxuyanî da rojnamevanan û wiha got:
"Hemû namzed afîşên li wesayîtan dikin. Min jî got ev welatê Nesredîn Xoce ye û ez ê bona xatirê wî şibiya wî bi kerê xwe bigerim. Îmkanên me ev in. Me got hem bila milet bifikirine û hem em jî propagandaya xwe bikin. Welatiyan çalakiya me gelekî eciband."