12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
KONYA
Hat ragihandin ku li Merama navçeya navendê ya Konyayê di operasyona dijî rêxistina terorê DEAŞê da 5 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî agahiyê, ekîbên polêsan yên ku dijî rêxistina terorê DEAŞê operasyon li dar xistin, li navenda bajêr avêtin ser adresa kifşkirî.

Di operasyonê da li Kolana Dorttokka ya li navçeya Meramê li malekê di navbera ekîb û terorîstan da pevçûn derket.
Di operasyona ku hêzên teqwiyeyê jî hatin şandin da 5 terorîst hatin berterefkirin. Herwisa 4 polês jî bi sivîkî birîndar bûn.
Polêsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Konyayê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Konyayê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya tevdîrên ewlekariyê yên ji bona kargeh û îqametgeha li ser guzergeha servîsa personel û wesayîtên taybet ên yekîneyên leşkerî yên li Taxima Dutlukira li navçeya navendê Meramê da xebat hatin kirin.

Hat diyarkirin ku di encama van xebatan da hat tespîtkirin A.Yyê ku li ser Kolana Dorttokkayê avahiyeke musteqîl kirê kir, meqamên edlî ji ber sûcê endametiya rêxistina terorê DEAŞê lê digeriyan. Herwiha hat diyarkirin ku ji bo deteserkirina A.Y. ber destê sibê li dijî adresa navborî operasyon hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di lêgerîna ewil a li avahiya ku operasyon lê hat kirin da 5 kalaşnîkof, demançeyek, gelek muhimatên van çekan hatine bidestxistin. Xebata diyarkirina nasnameya kesên desteserkirî dewam dike."