Türkan Tosun
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Qeyrana referanduma li Bakurê Iraqê hewldanek e wisa ye ku xencerê li sînga herêma me bixin. Mesele ne meseleya mafên kurdan e, beravajî vê mesele ew e ku dixwazin ereban, kurdan, tirkmenan, komên din û welatên li der û dor bixin sînga hev, bixin nav pevçûn û şer. Em destûrê nadin vê çalê ya ku li ser dijmintiya mezhebî û nijadî li kêleka me tê kolandin û bi nefretê tê xwedîkirin."
Erdogan: "(Der barê îdiayên îstifaya Melîh Gokçek de) Di partî, teşkîlat, serokên şaredariyan an jî di nav serokên bajêr yên me de... Di vê pêvajoyê de dibe hin geşadên çêbin. Lê niha di pêşiya me de tiştekî wisa tuneye. Helbet ev nayê wê meneyê ku êdî teqez çênabe. Çimkî ev guherîn wê heta hilbijartinê dewam bike û ew meseleya betilînê min ji bo hemûyan gotibû."
Erdogan: "Ketina faîzan, ez eşkere bibêjim, hê li gor dilê me nîne. Heke em faîzê nexin, serkeftî nebin, hûn bizanibin ku gelek mûsîbet li benda me ne. Heke li welatekî faîza piyaseyê ji sedî 20 be gelo veberhênerek wê bikaribe veberhênanê bike, îstixdam dikare zêde bibe? Zêde nabe. Em ê piştra jî rastî lanetê werin. Em nikarin bi hişên faîzkar ra, bi helwesta lobiyên faîzê ra gav bavêjin, heke em bi wan ra gav bavêjin, em ê tenê wan îhya bikin."