Kaan Bozdoğan
24 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2024
Civîna ewlehiyê ya bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat kirin qediya.
Serokomar Erdogan ji Qazana paytextê Komara Tataristanê ya girêdayî Rûsyayê ku ji bo beşdarî Lûtkeya BRICSê bibe çûbûyê vegeriya Stenbolê û civîna ewlehiyê li dar xist.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Sererkan Orgeneral Metîn Gurak, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serokê Pîşesaziya Parastinê yê Serokomariyê (SSB) Haluk Gorgun, Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva ya Serokomar Akîf Çagatay Kiliç û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk beşdarî civîna li i Mala Mêvanan a Dewletê ya li Balafirgeha Ataturkê hat lidarxistin bûn.
Hat ragihandin ku di civînê da li ser mijarên êrîşa terorê ya dijî kampusa Kahramankazanê ya Enqereyê ya Şirketa Anonîm a Pîşesaziya Fezayê û Asîmangeriyê ya Tirk (TUSAŞ) û mijarên têkoşîna dijî terorê sekinîn.
- Di civîna ewlehiyê ya Serokomar Erdogan serokatî kir da ji bo têkoşîna dijî terorê peyama biryardar
Di civîna çapemeniyê ya ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin da li ser êrîşa terorê ya dijî TUSAŞê û pêngavên ji bo têkoşîna dijî terorê hatin avêtin û dê bên avêtin sekinîn.
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Sererkan Orgeneral Metîn Gurak, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serokê Pîşesaziya Parastinê yê Serokomariyê (SSB) Haluk Gorgun, Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva ya Serokomar Akîf Çagatay Kiliç û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk beşdarî civîna li Balafirgeha Ataturkê hat lidarxistin bûn.
Di civîna ewlehiyê ya ku bi serokatiya Serokomar Erdogan hat lidarxistin da li ser êrîşa terorê ya dijî TUSAŞê û pêngavên ji bo têkoşîna dijî terorê hatin avêtin û dê bên avêtin sekinîn.
Di civînê da hat diyarkirin ku dê têkoşîna dijî terorê û xebatên cansîparane yên ji bo Tirkiyeyekî bê teror dewam bikin û dê tu carî destûr neyê dayîn ku li dersînor "teroristanek" bê avakirin.