Nihat Kavşut
22 Hezîran 2018•Rojanekirin: 23 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em her tiştî dikin û em ê welatê xwe derxin asta şaristaniyên hemdem. Hedefa ku maye ev e."
Erdogan li Meydana Maltepeyê di mitînga partiya xwe da xitabî gel kir.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da Muharrem Înceyê namzedê serokomariyê yê CHPyê rexne kir û wiha got: "Muharrem Beg dibêje 'Wê zanîngeh bêpere be.' Haya te ji dinyayê tuneye. Zanîngeh jixwe bêpere ye û me xercê zanîngehan rakir."
Erdogan destnîşan kir ku zanîngeh birine ber lingên xwendekaran û wiha peyivî: "Înşellah di demeke kin da Tirkiye ew ê di mijara zanîngehan da bigihêje qalîteyeke baş. Dema bigihêje qalîteyeke baş hejmara yên wekî Azîz Sancar wê yek û dudu nebe. Înşellah hejmara wan jî ew ê zêde bibe, em di vê mijarê da biryardar in."
Serokomar Erdogan diyar kir ku kar û xebatên ku dikin yên din nikarin xeyal jî bikin û wiha axivî: "Me Pireya Yavuz Sultan Selîm çêkir. Der heqê Pireya Yavuz Sultan Selîm da çi dibêjin? Dibêjin 'Bihayê pireya ku Ozal da çêkir evqas e û bihayê pireya ku Demirel da çêkir evqas e. Em ê di eydê da bi temamî bikin bêpere.' Temam Muharrem Beg tu jî bêpere derbas bibe. Çi karê te li Pireya Yavuz Sultan Selîm heye? Ji wir derbas nebe. Piştî 15 salan wê ev pire çi bibe? Wê bidin dewletê."
Erdogan destnîşan kir ku AK Partî ne tê xapandin û ne jî dixapîne û wiha got: "Me ev gav bi biryardarî avêtin. Li Tirkiyeyê 25 balafirgeh hebûn û me ev derxistin 59an. Hema bêje bi bihayê otobusên luks bi balafirê diçin. Tu ji vana bipirsî ji vê jî aciz in."
Serokomar Erdogan diyar kir ku gelek kar hene ku wê bikin û got em ê hewcedarî tu kesî nebin û navika xwe em ê bi xwe bibirin.
Erdogan destnîşan kir ku her tiştî dikin û wê welat derxin asta şaristaniyên hemdem û got hedefa me ev e.
Serokomar Erdogan der barê girtîbûna Selahattîn Demirtaş da wiha got: "Dibêjin ceza nexwariye. Kemal Beg wiha dibêje û wî diparêze. Dibêje 'Ka ceza xwariye?' Lijneya Hilbijartinê jê ra dibêje 'Tu dikarî bibî namzed.' Dibe ku Lijneya Hilbijartinê di vir da bi wijdanî tevnegeriya be û biryareke şaş dabe, ma em jî mecbûr in heman xeletiyê bikin?"
Erdogan destnîşan kir ku wê dest bi emilandina vejena nukleerê bikin û wiha peyivî: "Tirkiye di qada vejenê da di nav mezinên dinyayê da cih digire yan na? Elhemdûlîllah em ê niha dest bi emilandina vejena nukleerî bikin ne wisa? Me ev gav avêtin ne wisa? Me ji bo ya ewil bi lez û bez gav avêtin ji bo avakirina nukleerê ya duyemîn, sêyemîn û çaremîn jî em ê gavan biavêjin."
Serokomar Erdogan der barê bûyera li Sirûcê qewimî da wiha axivî: "Hûn ê berdêla gava ku we li Sirûcê avêt zêde zêde bidin. Lewra di gava ku we li wê derê avêt da kujerê ku pîneyê PKKyê di dêst da bû nika di hundir da ye, lêbelê ez bi eşkereyî bêjim têkoşîna me ya li dijî PKKyê ew ê ji vê şûnda biryardartir be."
Erdogan destnîşan kir ku bi eşkereyî bibêjim têkoşîna dijî PKKyê ji niha û pê va wê bi biryardarî dewam bike û wiha peyivî: "Têkoşîna me ya bi FETOyê ra jî bi heman biryardariyê wê dewam bike. Ka ji Muharrem Beg û ji Kemal Beg bipirsin 'Di mijara têkoşîna li dijî terorê da tu gotinek ji devê we derket, daxuyaniyek dan. Ji bo têkoşîna li dijî FETOyê we tiştek got?' Na. Çima? Bi hev ra ne, loma."