Türkan Tosun
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
İSTANBUL
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi de got: "Ji bo ku ev cinayeta ku berê hatiye plankirin bê ronîkirin -jixwe nav li holê ne- kî hatine, çûne û li pişt wan kî heye ji bo ku derkevin holê em hewleke mezin didin. Cesedê Kaşikçi hê nehatiye dîtin."
Çavuşoglu li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê bi Wezîrê Karên Derva yê Azerbaycanê Elmar Memmedyarov û Wezîrê Karên Derva yê Gurcistanê Davîd Zalkalîanî re hat bal hevdu.
Çavuşoglu piştî hevdîtinê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Mevlut Çavuşoglu li ser pirsa der barê kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi de wiha got: "Lêpirsîn ji hêla me va bi awayekî kur û xurt dewam dike. Ji bo ku ev cinayeta ku berê hatiye plankirin bê ronîkirin -jixwe nav li holê ne- kî hatine, çûne û li pişt wan kî heye ji bo ku derkevin holê em hewleke mezin didin. Em, saziyên me yên din, ewlehiya me û îstixbarata me piştgiriyê didin lêpirsîna ku serdozgeriya me dimeşîne. Cesedê Kaşikçi hê nehatiye dîtin. Yên ku vê cinayetê kirine ji ber ku li Erebistana Siûdî ne, berpirsyariya Erebistana Siûdî pir mezin e. Wezîrê Karên Derva jî li ser telefonê bi eşkere vê got. Serdozgerê Erebistana Siûdî jî îtiraf dike ku ev ji berê va hatiye plankirin. Ewil gelek tişt hat înkarkirin, lê hêdî hêdî hemû hatin îtirafkirin. Berpirsyarên vê cinayeta ku berê hatiye plankirin li Erebistana Siûdî hatin girtin."
- "Bila hemû rastî derkevin holê"
Çavuşoglu got li Erebistana Siûdî jî lêpirsîn dewam dike û wiha axivî: "Ew jî lêpirsînekê dimeşînin. Di vê mijarê da serdozger agahiyan parve dikin û bi hev ra dixebitin ku em feydeya vê dibînin. Divê ev hevkarî dewam bike, lê di nav demê da divê neyê mijûlkirin û dirêjkirin. Derdê me ev e. Ev lêpirsîn divê heman bigîhîje encamekê. Hemû dinya meraq dike. Bila hemû rastî derkevin holê. Ji bo ku ev rastî derkevin holê jî ziyaret (ziyareta serdozgerê Siûdî) girîng e. Li ser teklîfa wan me ev hevkarî û ziyaret heman qebûl kir û hevdîtin çêbû. "