MEKSÎKO
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê kuştina 3 ciwanên misilman ên ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatin kuştin de got: "Pêxwasek tê, terorîstek, hovek, kujerek tê û van hersê kesan dikuje. Ez jî niha dipirsim, Birêz Obama tu çima deng nakî? Bîden çima tu deng nakî, Kerry çima tu deng nakî? Lê ji bo xebatên li dijî Tirkiyeyê radibin 80 kesî kirê dikin, ji te re nameya dişînin û hûn li wê derê li dijî Tirkiyeyê kampanyayê birêvedibin."
Serokomar Erdogan li Enstîtuya Matîas Romeroyê ya ku bi Wezareta Karên Derve ya Meksîkayê re xebatên hevkar dike, axivî û diyar kir ku ji ber standardên dualî li seranserê dinyayê gef xwarinên terorîzmê hene. Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye bi xwe nabêje 'terorîstê baş-terorîstê xerab' cudahiyê nake navberê û ji bo bibe dengê hemû mirovahiyê hewl dide.
Erdogan 3 ciwanên misilman ên ku li Carolînaya Bakur a parêzgeha DYAyê hatin kuştin bi bîr xist û got: "Rêveberiya Amerîkayê ji bo têkoşîna li dijî DÎŞIyê dibêje 'DÎŞI rêxistineke terorî ye û li dijî wê çi hewce dike em ê bikin.' Ez niha bangî rêveberiya DYAyê dikim ji bo meseleya DÎŞIyê tu dibêjî ku çi ji destê min bê ez ê bikim."
Serokomar mirina 3 ciwanên misilman ên ku li DYAyê dijiyan rexne kir û got ku hersê jî bêlasebeb hatin kuştin û wiha pê de çû: "Pêxwasek tê, terorîstek, hovek, kujerek tê û van hersê kesan dikuje. Ez jî niha dipirsim, Birêz Obama tu çima deng nakî? Bîden çima tu deng nakî, Kerry çima tu deng nakî? Lê ji bo xebatên li dijî Tirkiyeyê radibin 80 kesî kirê dikin, ji te re nameya dişînin û hûn li wê derê li dijî Tirkiyeyê kampanyayê birêvedibin."