Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala got: "Ez hewildana ku pêvajoya çareseriyê dixitimîne red dikim. Hin kes li gor fikr û ramana xwe têgehan dinirxînin û wateyên neyînî li têgehan bar dikin û bi vê yekê hewl didin ku pêvajoya çareseriyê bixitimînin. Em ê bi vê yekê niheqiyê li milet bikin, heyfa milet e."
Ala piştî merasima vekirinê ya Projeya Narkotîmê ya ku bi destê Midûriya Giştî ya Ewlehiyê hat çêkirin, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Ala li ser pirsa rojnamegerekî ya "der barê pêvajoya çareseriyê de rageşiyek heye, geşedanên li ser vê çi ne? wiha got: "Rageşî di medyayê de heye, rageşiyek li holê tuneye."
Wezîr Ala got ku ew hewl didin ku bi îradeya hikûmetê ve pirsgirêkê çareser bikin ku milet ji ber vê pirsgirêkê bedelên giran da û wiha pê de çû: "Di bername û projeyeke wiha girîng de normal e ku hin tişt şaş bên fêmkirin û nirxandin. Sedema van şaşfêmkirinan jî axaftinên li ser medyayê ne. Ji ber vê çendê di eslê xwe de vê gavê tu pirsgirêk tuneye."
Ala li ser pirsa "di mijara têgeha pergala qamûyê de wateyeke cuda heye an na?" wiha axivî:
"Têgeha pergala qamûyê ew e ku can û mal û milkê milet bê parastin, maf û azadiyên bingehîn li gor zagonan bên bikaranîn, dewlet wezîfeya bike û bi tevkariya milet û dewletê pirsgirêk bên çareserkirin e."
Di vê mijarê de lêkolîn didin nîşan ku herî zêde gelê herêmê ji ber vê pirsgirêkê tengasî kişandine. Ji ber vê çendê ji sedî 90ê gelê herêmê piştgiriyê didin vê pêvajoya çareseriyê. Piraniya welatiyên me yên herêmên din jî piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Çima? Lewra ev pêngav ji bo paşeroja Tirkiyeyê pêngaveke herî girîng e loma. Dayîk çawa ku dixwazin zarokên wan ji bilî serê çiyê bibin mamoste, endezyar û siyasetê bikin, em jî wek siyasetmedaran dixwazin ku ciwan hem ji bo paşeroja xwe û hem jî entegreyî dinyayê bibin, em dixwazin ji bo wan ku cih vekin."
Ala destnîşan kir ku ew wek Tirkiyeya berê naaxivin û wiha dewam kir: "Em nabêjin ku em ê hem bi hev re bin û hem jî tecawizî mafê hev bikin, axaftina bi kurdî qedexe bikin, mirovan ji maf û azadiyên wan ên bingehîn mehrûm bikin, demokrasiyê pêş ve nebin. Em bi zimanekî wiha neyênî xeber nadin. Em behsa demokrasiya pêşveçûyî, pêvajoya çareseriyê, pêşveçûn û pergala qamûyê dikin. Em dibêjin ku divê kesayetek maf û azadiya xwe ya bingehîn bi awayekî herî baş bi kar bîne û ev yek jî di garantiya dewletê de ye. Li vê derê xeletî çi ye"
Wezîr Ala li ser gotina rojnamegerekî ya "daxuyaniya Xweseriyê" jî wiha axivî:
"Duh hevalekî me yê ji wê ekîbê derket û ya dilê xwe got. Weke ku milet fêm kiriye nîne, wî ev yek di têlevîzyonê de got. Rêvebiriyên herêmî yê hêzdar... Ez wê îzah nekim, ez rica dikim ku hûn bixwe lê binihêrin ku ka wek kesên ku dixwazin pêvajoya çareseriyê bixitimînin hatiye gotin. Ez hewildana ku pêvajoya çareseriyê dixitimîne red dikim. Hin kes li gor fikr û ramana xwe têgehan dinirxînin û wateyên neyînî li têgehan bar dikin û bi vê yekê hewl didin ku pêvajoya çareseriyê bixitimînin. Em ê bi vê yekê niheqiyê li milet bikin, heyfa milet e. Em wiha nafikirin. Mirov wê fikra xwe bibêjin, ew fikir wê bê nîqaşkirin. Ya girîng ew e ku em wek hikûmet, em çi çawa qebûl dikin û dixin rewacê ye. Bêguman mixatabê vî yê herî girîng gel e. Di navbera daxwazên gel û projeyên me de nakokî tuneye.
Wisa dixûyê ku heyeta HDPê ya ku ji bo vê meselê hewl dide, zimanekî baş bi kar tîne. Lê dem bi dem hin hevok şaş tên fêmkirin û hin kes dixwazin ku li gor xwe wateyê bidin wê hevokê û pê pêvajoyê berteref bikin. Ez vê hewildanê fêm dikim, lê mirov çima li ser vê disekinin, ez vê fêm nakim. Lewra hê di serê pêvajoyê de dijayetiya pêvajoyê hebû. Dibe, projeyeke wan jî ji bo vê yekê tuneye, ev jî dibe. Miletê me vê yekê dinirxîne û guh nade wan. Tişta ku milet pê îtibar dike ev e: 'Meseleyê çareser bikin, vîzyona, perspektîf û hedefên Tirkiyeyê derxin holê û bikin.' Em jî vê yekê dikin."