Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala got: "Di bicîhanîna pêvajoya çareseriyê de em ê ji ewlehiya kamûyê tawîz nedin. Him ew ê ewlehiya can û malê gelê me di garantiyê de be û him jî ev pirsgirêk wê bê çareserkirin û Tirkiye jî dê ji vê yekê xelas bibe."
Ala di Kongreya AK Partiyê ya navçeya Şahînbeya Gazîantepê de axivî û li ser pêvajoya çareseriyê sekinî. Di xeberdana xwe de Ala destnîşan kir ku ji sala 2002an heta niha gavên gelek girîng hatin avêtin û hin hilan bi hewlên xwe yên deşîfrekirina pêvajoya Osloyê, bûyerên Geziyê û Kobanêyê xwestin ku pêvajoya çareseriyê neçe serî.
Wezîrê Navxweyî Ala qala girîngiya pêvajoya çareseriyê kir û wiha pê de çû: "Em ê ji bo bicihbûna pêvajoya çareseriyê hewlên xwe bidomînin û ji pergala kamûyê jî teqez tawîzê nadin. Em ê pergala kamûyê biparêzin û vê yekê bibin serî. Him wê ewlehiya can û malê gelê me di garantiyê de be û him jî ev pirsgirêk yê bê çareserkirin û Tirkiye jî dê ji vê yekê xelas bibe. Bi vî awayî em ê di rêya xwe de dewam bikin. Lewra gel bi me re ye û haya wan ji her tiştên ku diqewimin heye. Em ê bi rayeya ku we daye me, vê pêvajoya çareseriyê bibin serî û meseleyê hel bikin."