Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker der barê pêvajoya aştiyê de wiha got: "Çalakiyên bêdestûr zirarê dide Diyarbekirê û pêvajoya çareseriyê."
Wezîr Eker li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê beşdarî vekirina kargehekî bû û piştî bernameya xwe pirsên rojnamevanan bersivand.
Eker got ku divê fikr û raman bi awayekî demokratîk û meşrû bên gotin. Dema bertek tên nîşandan divê ev bertek zirarê nede tu mirovan.
Eker got ku yên ku zirarê didin kargehan û aramiyê û yên ku beşdarî çalakiyên bêdestûr dibin wê teslîmê edaletê bikin û wiha axivî: "Dixwazim bibêjim ku ez çalakiyên bi vî rengî şermezar dikim û divê gelê Diyarbekirê jî li hember van bisekine. Lewra ev tevger rasterast zirarê didin Diyarbekirê. Çalakiyên bêdestûr zirarê dide Diyarbekirê û pêvajoya çareseriyê. Ev bi rastî jî ji holêrakirina pêvajoyê ye."
- "Bihêlin bila li Diyarbekirê aramî pêk bê"
Eker daxuyand ku divê ewlehî û sazûmaniya kamûyê bê parastin û wiha got: "Lewra zirarê dide Tirkiyeyê. Herî zêde jî zirarê dide Diyarbekirê. Bihêlin bila li Diyarbekirê aramî pêk bê. Divê em esnaf, tucar û welatî ji her kesî re bang bikin û bibêjin ku bila ji rêya meşrû dernekevin."