Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker ji bo pêvajoya çareseriyê wiha got: "17ê çileya pêşîn (Operesyona ku tê îdiakirin rêxistina paralel li dijî hikûmeta AK Partiyê kir) jî bi vê re eleqedar e. Bi ya min her tiştên ku diqewimin bi pevajoya çareseriyê re eleqedar in."
Wezîr Eker bû mêvanê Maseya Edîtoran ya AAyê ye û li vir pirsên nûçegihanan bersivand.
Eker derbarê pêvajoyê de axivî û got ku wan wekî hikûmet bi awayekî erênî mijarê hilda dest û desthilatdariya AK Partiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkê çi hewce dike pêk anî. Eker got ku ji bo çareserkirina meseleyek wiha bixwîn û dîrokî ya Tirkiyeyê em hewl didin û hin alî ji ber van hewldanên wan di nav fikaran de ne.
Eker got ku ev pirsgirêk ne tenê Tirkiyeyê herwiha Sûriye, Îran, Iraq û hemûyê Rojhilata Navîn eleqeder dike û wiha berdewam kir: "Herwiha ev mesele kîngê bê çareserkirên dê wê demê li Rojhilata Navîn aştî pêk bê û herêm aram bibe."
Eker got ku tiliya hin kesên ku li ser Rojhilata Navîn hin berjewendiyên wan hene di provokasyonan de hene. Eker destnîşan kir ku ji ber berjewendiyên hin aliyan, pêvajo tê provokekirin û soz bi cih nayên anîn. Eker got ku ji ber vê yekê ber li pêvajoyê tê girtin û wiha dewam kir:
"Pêk anîna aştiyê her dem ji şerkirinê zor û zehmettir e. Ji bo pêkanîna aştiyê hewldan, sebr û sebat divê hebe. Em him hemû bûyerên ku diqewimin dişopînin him jî ji bo ku pirsgirêkên nû dernekevin holê hewl didin. Em ji aliyek ve bi van pirsgirêkan re mijûl dibin ji aliyê din ve jî ji bo bi pêvajoya çareseriyê re aştiyeke mayîn de pêk bê hewl didin."
Eker, serdana Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesût Barzanî û hunermendê navdar Şiwan Perwer ya li Diyarbekirê jî bi bîr xist û wiha got: " Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan par hefteyek berî niha li Diyarbekirê bû. Barzanî û Şiwan Perwer jî hatibûn. Li wir got 'Îro li Diyarbekirê pêta aştiyê tê vêxistin lê ev pêt ne tenê ji bo Diyarbekir ji bo hemûyê Rojhilat û Rojhilata Navîn hat vêxistin; ev pêta ku li vir hat vêxistin ji Diyarbekirê ber bi Rojhilata Navîn ve dê geş bibe û hemû herêm bi vê pêta aştiyê ronî bibin.' Piştî vê axavtinê li herêmê gelek bûyer qewimîn. Ya rast 17yê çileya pêşîn (Operesyona ku tê îdiakirin rêxistina paralel li dijî AK Partiyê kir) jî bi vê re eleqedar e. Bi ya min her tiştên ku diqewimin bi pevajoya çareseriyê re eleqedar in."