Şerife Çetin
10 Gulan 2021•Rojanekirin: 11 Gulan 2021
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva diyar kir ku li dijî tundiya li Mescida Eqsayê ya Îsraîlê ew ê parastina mafên gelê Filistînê bidomînin û ji wan ra bibin deng.
Çavuşoglu i ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û got, "Tundiya Îsraîl tîne serê merivên bêguneh ên li Mescida Eqsayê xilas nabe."
Çavuşoglu got kesên ji vê ra dengê xwe dernaxin dibê qet qala Pêvajoya Aştiyê ya Rojhilata Navîn nekin û wiha pê da çû: "Em ê parastina mafên gelê Filistînê bidomînin û ji xuşk û birayên xwe ra bibin deng."