Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
KOCAELÎ
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu der barê referandûma 16ê Nîsanê de got: "Der barê hilbijartina bêmohr da... Referandûm hat kirin û ev referandûm, mixabin bi xemgînî dibêjim, li ser biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê bû xeyrîmeşrû û meşrûiyeta xwe bi piranî wenda kir. Niha daxwaznameya me amade ye. Em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Îmzeya xwe ya ewil jî diavêjim. Bila li ser xêrê be. Daxwazname wê îro bên şandin."
Kiliçdaroglu meşa xwe ya ji bo nîşandana nerazîbûna li dijî biryara girtina parlamenter Enis Berberoglu di roja 20an de ji Îzmîta Kocaeliyê dewam kir.
Berî meşê Kiliçdaroglu daxuyanî da û diyar kir ku germahiyê cihê xwe ji baranê re hiştiye, ev jî ji bo wan şansek e.
Li ser dozvekirina li Ewropayê jî wiha agahî da:
"Der barê hilbijartina bêmohr da... Referandûm hat kirin û ev referandûm, mixabin bi xemgînî dibêjim, li ser biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê bû xeyrîmeşrû û meşrûiyeta xwe bi piranî wenda kir. Niha daxwaznameya me amade ye. Em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Îmzeya xwe ya ewil jî diavêjim. Bila li ser xêrê be. Daxwazname wê îro bên şandin."