Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin sitandin, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Theresa Maya Serokwezîra Qiraltiya Yekbûyî bi telefonê axivîn.
Di axaftinê da li ser têkiliyên herdu welatan sekinîn û di çarçoveya mijarên herêmî da rewşa Konferansa Qibrisê nirxandin, fikr û ramanên xwe parve kirin.
Erdogan û Mayê bal kişandin ser wê yekê ku dibê di mizakereyên Qibrisê da asteng bên çareserkirin, çareseriyeke berfireh, mayînde û adil ji bo herdu aliyan bê dîtin.
Herdu lîderan biryardariya xwe ya di mijarên têkiliyên aborî û pîşesaziya parastinê da teyîd kir, diyar kirin ku ew ê di têkoşîna dijî terorê da hevkariya xwe bipêş bixin.
Erdogan û Mayê destnîşan kirin ku dibe di Lûtkeya G-20î da ya ku li Hamburgê bê lidarxistina bicivin
Hat ragihandin ku Mayê di axaftinê da ji bo Alîkar û Serokên navçeyan yên AK Partiyê ku ji aliyê rêxistina terorî PKKê hatin kuştin serxweşî da Erdogan.