Utku Şimşek
08 Nîsan 2023•Rojanekirin: 09 Nîsan 2023
Bi pişkê cihê partiyên sîyasî û îtifaqan a di pûsileya rayê ya yekbûyî ya ku dê di Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn ên ku dê di 14ê gulanê bên kirin hat diyarkirin.
Ahmet Yenerê Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da zanîn ku ji 36 partiyên siyasî Partiya Emekê û Partiya Doza Azad ragihandin ku dê beşdarî hilbijartinan nebin û îro jî Partiya Çepgir a Demokratîk û Partiya Demokratîk a Gelan dê beşdarî pişkavêtinê nebin.
Di pişka ku wek du merhale hat avêtin da pêşî ji fanusa ku partiyên siyasî û îtifaq tê da bûn pişk hat kişandin. Piştî ku ev merhale hat temamkirin der barê rêza partiyên di nav îtifaqan da pişk hat avêtin.
Li gor encampn pişkê rêza partiyên siyasî û îtifaqan wiha ye:
"Partiya Tirkiyeya Nû 1, Partiya Guherîna Tirkiyeyê 2, Partiya Milet 3, Partiya Maf û Azadiyan 4, Îtifaqa Yekîtiya Hêza Sosyalîst 5, Partiya Genç 6, Partiya Memleketê 7, Îtifaqa Cumhur 8, Îtifaqa Ked û Azadiyê 9, Partiya Tirkiyeya Mezin 10, Partiya Yekîtiya Edaletê 11, Partiya Anavatanê 12, Partiya Nûjeniyê 13, Partiya Rizgariya Gel 14, Partiya Rêya Milî 15, Partiya Vatanê 16, Partiya Yekîtiya Hêzê 17, Îtifaqa Milet 18, Îtifaqa Ata 19, Partiya Tirkiyeya Serbixwe 20."
- Ji bo Îtifaqan rêz cuda hat diyarkirin
Di pişkavêtinê da di merhaleya duyem da rêza îtifaqan ya navxwe da hat diyarkirin. Rêz wiha ye:
Di Îtifaqa Ata da; Partiya Edaletê 1, Partiya Zaferê 2
Di Îtifaqa Cumhur da; Partiya Yekîtiya Mezin 1, AK Partî 2, Partiya Ji Nû va Refahê 3, Partiya Tevgera Neteweperwer jî 4
Di Îtifaqa Ked û Azadiyê da jî Partiya Çepgir a Kesk 1, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê rêza 2yemîn
Di Îtifaqa Milet da Partiya Gelecekê 1, Partiya Demokrat 2, Partiya DEVAyê 3, CHP 4, Partiya ÎYÎ 5 û Partiya Seadetê di rêza 6em da ye.
Di Îtifaqa Yekîtiya Hêza Sosyalîst da Partiya Komunîst a Tirkiyeyê 1, Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê 2 û Partiya Çepgir di rêza 3yem da ye.