Lijneya Hilbijartinê ya Bilind xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên giştî yên di 7ê hezîranê de dewam dike.
Partiyên siyasî yên ku dikevin hilbijartina giştî ya parlementeriyê divê lîsteyên xwe yên namzedan sibê heta seet 17.00an bidin Lijneya Hilbijartinê ya Bilind. Listeya namzedên teqez û namzedên serbixwe jî wê di 24ê nîsanê de bên eşkerekirin.