Muhammet Kurşun
17 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
MOSKOVA
Berdevkê Çapemeniyê yê Kremlînê Dmîtriy Peskov, der barê guherîna destûrê li Tirkiyê diyar kir ku divê herkes rêzê li hemberî îradeya xelkê Tirkiyê nîşan bide.
Peskov, li Moskovayê di daxuyaniya çapemeniyê de bersiva pirseke li ser mijarê da.
Peskov wiha axivÎ: "Ev mijareke navxweyî ya Tirkiyê ye. Divê herkes rêzê li hemberî îradeya xelkê Tirkiyê nîşan bide. Qenaeta me ew e."