17 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu der barê dengdayîna gel de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku wan dengê "erê" daye.
Yapicioglu destnîşan kir ku di siyasetê de pîvana wan a tekane îslam e û ji ber vê wan tercîha xwe ji bo "erê" bi kar aniye û wiha axivî: "Biryara partiya me ya "erê" çawa tesîr li ser encama referandûmê kiriye û di vê encamê de rola partiya me çi bû helbet evê ji hêla gel ve bê nirxandin. Di vê referandûma ku ji bo dîroka welêt destpêkek e, partiya me tevgereke dîrokî nîşan da. Ev tevgera me ji bo feydeya gelê me gihîştiye encamê û ya ku ji bo me girîng e jî ev e."
Yapicioglu sipasiya endamên teşkîlatê kir ku wan guh daye biryara partiyê û çûne dengê xwe dane.
Yapicioglu got ku encama dengdayina gel bila ji bo gel û welêt li ser xêrê be.