17 Nîsan 2017•Rojanekirin: 17 Nîsan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê ji bo welatiyên ku hatibûn pêşwaziya wî axivî.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Min li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê nihêrî. Şev hema wisa ez li ser wan sekinîm. Dewran guherî. Niha li ser îstiqametê meşek heye. Wê baştir bibe, ez bi wê bawer dikim. Lê Mijdara 2019an ji bîr nekin. Duh êvarê ji bo Adara 2019an û Mijdara 2019an fîşengeke îşaretê hat avêtin. Serkeftin wê me serxoş nekin."