Haydar Şahin
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
ANKARA
Wezîrê Edaletê Gul: "(Nîqaşên li ser xala 121ê ya BHQyê) Di vê derê da nirxandineke wekî 'Gelo di jiyana rojane da li ciyên cuda yên welatê me kesên ku diavêjin ser çalakiyên terorê jî wê berpirsyar nebin' nirxandineke rast nîne."
Wezîr Gul diyar kir ku madeya 121ê ya di BHQyê de rojên 15 û 16ê tîrmeha sala 2016an dihebîne û wiha got: "Vê gavê derbe dewam nake. Derbe kengî hat berterfkirin? Di 15ê tîrmehê de dest pê kir, du saet şûnde bû 16ê tîrmehê. Ji 16ê tîrmehê vir ve derbe hatiye berterefkirin. Ji ber vê yekê wextê 'di çarçoveya berterefkirinê de' tê gotin ev dîrok nayê dirêjkirin yanê ji bo demên piştî dîroka diyarkirî û îro verastkirinek tuneye."
Wezîr Gul: "(Nîqaşên der barê madeya 121emîn a di BHQê da) Nîqaşên vê dikşînin aliyên din ve, li gor min ev niyeteke pak nîne. Ev tê wê wateyê ku an ev metin bi niyeteke baş nehatine xwendin an jî qet nehatine xwendin."
Wezîrê Edaletê Gul ji bo bi BHQyê verastkirina kincên 'yekceleb' got: "Ev wê tenê di rûniştinan de were bikaranîn, di girtîgehan de tunebe. Wê di nav mehekê de rêziknameyeke were derxistin. Piştî vê di nav mehekê de derxistina rêziknameyê bikeve rewacê."
Wezîr Gul: "Daxuyaniya CHPyê ku wê der heqê BHQyên ku jimara wan 695 û 696 e da serî li Mehkemeya Destûrê bide) Hukmê Destûrê eşkere ye. Di vê rewşê da rêya raçevkirina Destûrê tune. Ez dixwazim bêjim ku ev cure hewldan, hewldanên bêhûde ne. Sînorê me hiqûq e. Hemû kar di çarçoveya Destûrê da hatine kirin."
Wezîrê Edaletê Gul: "Der heqê ByLockê da biryareke Dadgeha Bilind a Dadrêsê heye ku li gorî vê bername wekî tora peywendiyê ya rêxistina terorê hatiye emilandin, delîlekî girîng a endametiya rêxistinê ye. Di vir da heger ligel saziyên eleqedar xebatek bê kirin ku ByLock neemilandine û herwisa der heqê wan da delîlekî din jî tunebe wê çaxê ev yek dibe ji ber çavan ra bê derbaskirin. Saziyên me der barê vê mijarê da xebatên xwe dikin."