Fatih Gazioğlu
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
GAZÎANTEP
Li Islahiya navçeya Gazîentabê 70 leşker bi şika jehrîketinê rakirin nexweşxaneyê.
Li gor agahiyan, hin leşkerên Fermandariya Alayê ya Topavêjiyê ya 160emîn piştî şîvê aciz bûn. Li ser vê hin leşker sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Islahiyeyê kirin.
Der barê bûyerê da Qaymeqam Ramazan Yildirim daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku tu tahlûkaya mirinê ya leşkeran tuneye û ji wan hin kes jî hatine teburcîkirin.
Yildirim destnîşa kir ku der barê bûyerê de lêpirsîn dewam dike.