Haydar Şahin
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
HAKKARÎ
Li Lîseya Anadolu Îmam Xetîbê ya li Yuksekovaya navçeya Hekariyê pêşengeha wêneyên Qudsê hat vekirin.
Pêşengeh bi hevkariya mamoste û xwendekaran li qatê 3yan ê xwendingehê hat vekirin, pêşengehê qasî hefteyekê vekirî be.
Muhammed Haşîm Onursalê xwendekarê pola 12an daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku balê bikişînin ser bûyerên li Qudsê diqewimin biryar dan ku pêşengehê vekin.
Onursal diyar kir ku pêşengeh rind derbas dibe û wiha axivî: "Me bi wêneyan nîşan da ku Mescida Eqsayê ya paytextê alema Îslamê û mirovan di rewşa zor da ye. Kêmzêde 30 wêne hene. Ji hêviya me zêdetir eleqe nîşanî pêşengehê dan. Bi taybetî ji xwendingehên tên ziyaretê. Hesteke xweş e."
Seher Onana xwedekar jî got armanca wan ew e ku tengasiyên misliman li Qudsê dikişînin bînin rojevê nîşan bidin, dibê tu kes li ber vê rewşê bêdeng nemîne.