Nihat Kavşut
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "Dema YPG ji Minbicê derkeve wê çek bêne wergirtin. Dema pêvajoya vekişînê qediya wê çek jî di destê wan da nemînin."
Çavuşoglu li Antalyayê bi nûnerên rojnameyan ra hat bal hev û der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê Minbicê da wiha got: "Piştî ku modela Minbicê hat temamkirin em ê li qadên din jî bisepînin. Em ê li qadên ku bi destê YPGyê hatine dagirkirin jî bisepînin. Di lihevkirina me da ev jî heye."
Çavuşoglu der barê vekişîna YPGyê ya ji Minbicê da wiha got: "Dema YPG ji Minbicê derkeve wê çek bêne wergirtin. Dema pêvajoya vekişînê qediya wê çek jî di destê wan da nemînin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bal kişand ser nexşerêya Minbicê û got ku wê çekên di destê YPGyê da bên hildan û wiha got: "Em dibêjin civîna amadehiya pêşî 0-10 roj in. Nagihê 6 mehan. Em behsa pêvajoyeke ku nagihê nêviyê vê demê dikin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku nexşerêya Minbicê girîng e û wiha got: "Gavên ku bên avêtin him ji bona pêşeroja Sûriyeyê û him jî ji bona têkiliyên me yên bi Amerîkayê ra baş bibin firsend e. Loma jî divê nexşerê bi temamî bi cî were. Li herdu terefan jî biryardarî heye."
Çavuşoglu destnîşan kir ku di hêzên ewlehiyê da û di rêveberiyê da saziyeke ji YPG/PKKyê pêkhatî qebûl nakin û got ku em rêveberiyeke ku ew tê da hebin jî qebûl nakin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku di nexşerêya Minbicê da wê rola dewleteke sêyemîn tunebe û wiha got: "Fransa, Îngilistan û Belçîka jî di nav da ne. Wê tu dewleteke sêyemîn tunebe."
Mevlut Çavuşoglu di xeberdana xwe da wiha got: "Niha em ê li Minbicê vê nexşerêyê bisepînin û peyra li bajarên din em ê dest bi sepandina nexşerêyê bikin. Wê çaxê helwesta Amerîkayê eşkere dibe. Wê YPGyê bikşîne yan na? Di nav wan da gelek Ereb jî hene. Me got em HSDyê nizanin, li gorî me hemû eynî ne û YPG/PKK ne."
Çavuşoglu diyar kir ku di nexşerêya Minbicê da wê hevkariyeke 4 alî were kirin û wiha peyivî: "Tirkiye, Amerîka, Bexda û Hewlêr. Lewra PKK di heman demê da dijminê Hewlêrê ye."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê rêvebirina herêman da wiha axivî: "YPG/PKK rêxistina terorê ye. Em nikarin bajaran teslimî rêxistinên terorê bikin. Li ciyên ku Ereb hene wê Ereb di rêvebirî û ewlehiyê da hebin. Heger Kurd zêde bin di ciyê YPG/PKKyê da Kurdên din hebin."
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku xebata tê kirin ji bona pêşeroja Sûriyeyê girîng e û wiha peyivî: "Xebata ku em ê bikin wê îstiqrara Sûriyeyê temam bike. Bi pêvajoya Astanayê agirbest pêk hat. Pêvajoya Soçiyê pêvajoya Cenevreyê temam kir. Niha jî herêma ku di destê rêxistina terorê da ye ji terorê tê paqijkirin û tesîskirina îstiqrarê heye."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bona lêpirsîna FETOyê wiha axivî: "(Di axaftina bi Pompeo ra mijara lêpirsîna der barê FETOyê da) Me got ku em ji ber lêpirsînê kêfxweş in û dikarin hevkariyê bikin. Me got em dikarin bibin alîkar ku dibistanên charterê çawa hatine sûîstimalkirin û em dikarin di van mijan da bibin alîkar."