ANKARA
Namzedê serokomariyê yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got, "24ê hezîranê ne tirsê lê peyama xwe ya pir bi hêvî ji bo siberojê binivîsin û têxin nava zerfa dengdanê. Bêjin dengek ji bo HDPê, yek jî ji bo Demîrtaş. Şens nedin tarîtî, tirs û gabûsan, şens bidin ronahî, hêvî aramî, ewlehî û aşitiyê. Ka em baweriyê bi serkeftinê bînin û pêkve bikin. Jibîr meke, wê hemî tişt bi te biguhere."
Axaftina propagandayê ya namzedên serokomariyê di TRTê da hat weşandin.
Demirtaş di destpêka axaftina xwe da selam da welatiyan û got, "Di vê kampanyaya hilbijartinê ya ku di dîrokê da ew ê wekî rûreşiya dîroka me ya siyasî were nivîsandin da mixabin ez ji Girtîgeha Bi Ewlekariya Zêde ya Tîpa Fyê ya Edirneyê bangî we dikim."
Demirtaş di axaftina xwe da diyar kir ku "qanûn hatin binpêkirin di 4ê mijara 20016an da bi 12 parlementerên hevalên xwe ra avêtin girtîgehê, ji 20 mehî zêdetir e bi awayê bêhiqûqî di vêderê da tê girtin" û îdia kir ku bi tu awayî adil û bê teref nahatin darizandin."
Demirtaş destnîşan kir ku di nav 20 mehan da bi tenê 2 caran derxistin mehkemeyê û wiha pê da çû:
"Dikaribûn serbest bidarizandin, ji ber zexta siyasî di hemû astan da biryar dan ku girtîbûna min dewam bike. Tevahiyê sûcên ku diavêjin ser min axaftinên min ên ku we bi caran guhdarî kirin e. Wekî mayîn sûcekê din dernexistin pêşiya min. Sedema girtîbûwna min ew e ku AKP ji min ditirse. Dest û lingên mjin li vê derê girê dane bi xwe jî derdikevin meydanan û bêbextiyan diavêjin min û navê merdiyê lê dikin. Der heqê min da tu biryareke girtîbûnê tune, ez wekî sûcdar îlan kirim, bi eşkere qanûna bingehîn binpê dikin û agahiyên şaş didin raya giştî û hewl didin nêrînekê çêbikin. Ji bo ku jiyana xwe ya luks nedin der, bi eşkere derewan dikin, ji bêbextiyan dûr nasekinin. Ya rastî ez fêhm nakim kesên ku exlaq û wijdana xwe hewqasî winda kirine bi kîjan rûyî dixwazin welêt îdare bikin. Bila tu fikarek tunebe ez ê di demekê kurt da li ber darazê derkevim temîziyê. Bila daraz ne li gor hêviya îqtidarê, li gor desthilatdariya hiqûqê tev bigere."
Demirtaş got ku Seyîd Riza gotiye "Ez bi hîle û derewên we serî derneketim ev ji min ra bû derd lêbelê min jî li ber we çok neda, ev jî ji te ra bibe derd." û wiha got: "Bi îzna Xwedê ez ê bi derewên we jî serî derkevim."
- "Dê serdemeke tirs û îstibdadê dest pê bike"
Demirtaş got, "Dê ji bo wan neheqî û bêedaletiyên ku di rejima take merivî de derkevin holê cihekî serlêdanê nemîne. Ne dadgeh ne jî daîreyên din ên dewletê wê ji derdê we re nebine derman. Dê hemî tişt li gor xwestek, berjewendî û kêfa take merivekî bê serrastkirin. Dê serdemeke tirs û îstibdadê dest pê bike ku hûnê nikaribin nefesê bistînin. Ez vana ne li gorî texmîn û pêşbîniya xwe dibêjim, belkî li gora kiryarên ku di van çed salên dawîn de bilfîîl hatine jîn ez dibêjim. Ev tiştên ku di van rojan de tên serê me, ji bo rejima take merivî tenê fragman e. Beşa herî tirsnak a filmê hê dest pê nekiriye."
Demirtaş got, "Bila tehdîdên wî zirr qebedayiyê ku hemî îmkanên dewletê bê sînor ji bo kampanyaya hilbijartinê bikar tîne, digel walî, qaymeqam, daraz, medyayê hemî burokrasî xistiye bin fermana AKPê, tevî vê jî nikare meydanan dagire, cesareta we neşkîne. Di meydanan de qîrqîra wan e heqaretê li mirovan dikin, wan ji hev re dikin dijmin û zen dikin ku bi vî tiştî wê ser li ber wan bên tewandin. Bizanin ku hûnê bikaribin hêza xwe nîşanî wan bidin û hûnê bi wan bidin fêmkirin ka ew çawa karîkaturên siyasî ne."
- "Hûnê li sindoqan xwedî derkevin"
Demirtaş bi taybet daxwaz li ciwanan kir ku li her cihê ku lê ne ji bo muşahidiyê wezîfeyê bistînin û got, "Ez ji vêderê ve herî zêde li jinan û ciwanan ewle bûm û ez bûm namzed. Derfetên min li vêderê gelekî sînordar in. Ez di hucreyekê wisa de me ku tebîrên wên ên ewlekariyê gelekî tund in. Lê ez baş dizanim ku hûn kampanyaya hilbijartinê bi bawerî û coşiyê diajon."
Demirtaş herwiha got, "Ez dîsa baş dizanim ku bi heman bawerî û coşiyê hûnê li sindoqan xwedî derkevin. Hûn min mereq nekin. Heke hûn, baş bin ezê her baş bim. Heke hûn azad bin, ezê her azad bim. Min ne 20 mehan, 20 salan di hucrê de bihêlin dîsan jî ez serê xwe li ber zulmê natewînim."
Demirtaş wiha axivî:
Ji bo aşitiyê, ji bo demokrasî û azadiyan ezê li vêderê li ser navên we di berxwedanê de berdewam bim. Ewê ku zen dikin bi hebs û hucreyê, bi kuştinê dikarin tirsê bidin me, ketine rewşekê ku îdî ji siya xwe ditirsin. Bila ew bi tirsa xwe bimînin, emê ber bi rojên geş û ronî ve bimeşin. Erê em kîne? Em Kurd in, em Tirk in, em jin in, mêr in, em Elewî ne, em Sunnî ne, lê berî hemî tiştî em mirov in. Kes ji me ji kesî mezintir nîn e. Hêrsa me tenê ji zulmê re. Li bazara esnafana a Serezê navê me Şêx Bedreddîn e. Aliyekî me Pîr Sultanê Evdal e. Li ser dezgehên êşkenceyê em bûne Mensûrê Hellac. Em Îbrahîm bûn, em Mezlûm bûn. Dema em ber bi sêdareyê ve çûn serê me bilind bû. Em Denîz bûn, Huseyn bûn, Yûsif bûn. Li qada Deriyê Çiyê navê me Seîd bû. Heke me li ber Begê Boluyê serî tewandiba, navê weke Koroxlî dernediket. Em weke tîmsala wêrekiyê nedibûn Mahîr. Em Yûsif bûn di çalê de, Huseyn bû li Kerbelayê. Li mişextiyê Ahmet Kaya, li zîndanê navê me Yilmaz Guney bû. Jibîr nekin me got ku 'Çandinî wê bê kirin, emê bên, emê bên dêran bibin ard û werin, ma lêdana me wê rizgarî be?' û em derketin rê. Ferqa me ev e."
- "Em take meriv nîn in, em gelek mirov in"
Demirtaş anî ziman ku ewê li ber yên ku wan bi îdamê tehdîd dikin serî netewînin û got, "Em take meriv nîn in, em gelek mirov in. Hewqas mirov emê ji merivekî bi tenê netirsin. Emê ji bo siberoja welat û zarokên xwe, emê dil li ser dil bikin û derkevin xweşiyê."
Demirtaş wiha axaftina xwe qedand:
"24ê hezîranê ne tirsin, peyama xwe ya pir bi hêvî ji bo siberojê binivîsin û têxin nava zerfa dengdanê. Bêjin dengek ji bo HDPê, yek jî ji bo Demîrtaş. Şens nedin tarîtî, tirs û gabûsan, şens bidin ronahî, hêvî aramî, ewlehî û aşitiyê. Ka em baweriyê bi serkeftinê bînin û pêkve bikin. Jibîr meke, wê hemî tişt bi te biguhere. Werin em pêk ve biguherînin, em hemî qezenc bikin. Berî ku beşa yekem a axaftina xwe ya ji girtîgehê biqedînim, ez dixwazim bînim ziman ku ji ber sepanên wê yî bêedaletî û neheq ez rexneyê li TRTê digirim, herwiha ez heqê xwe li rêveberê ku wisa dikin, helal nakim. Digel vê ez bi hurmetî silavên xwe digihînim hemî kedkarên TRTê û ez dizanim ku tu rola wan di vê bêedaletiyê de nîn e. Bi van hestan ez carekê din bi hurmet û dilxweşî silavan li we dikim, Cejna we ya Remezan pîroz dikim. Bi hêviya siberojên bextewer û bi hêvî."