Haydar Şahin
17 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
ANKARA
Selahattîn Demirtaşê namzedê serokomartiyê yê HDPyê ew ê di TRTyê da axaftina propagandayê bike, bi gavê va di dîroka demokrasiya dinyayê da cara ewil namzedekê serokomartiyê yê girtî ew ê di televizyona dewletê da îmkana axaftinê bibîne.
Li gor mewzuata qanûna bingehîn, welatiyekê Tirkiyeyê yê ku emrê wî 40 sal qut kiriye, lîsans xwediye û şert û mercên hilbijartinê pêk tîne dikare bibe namzedê serokomartiyê.
Di mewzuatê da qala şert û mercên kesên ku nikarin bibin namzed jî dikin.
Li gor vê kesên ku 40 sal qut nekirine, herî kêm lîsans nexwendine, têkiliya wan bi leşkeriyê ra heye, ji xebata dewletê hatine qedexekirin, xencî sûcên bi qisûr herî kêm salekî cezayê hepsê xwaribin, werin efûkirin jî heke sûcên wekî mal hildane zîmeta xwe, bertîl xwaribin, dizî kiribin, xapandibin, sextekarî kiribin, bawerî bi nerindî emilandibin, îflasa xapandinê kiribin, sûcên îstismar û îstihlakê ne tev qaçaxçîtî kiribin, di îhaleyên dewletê da fesadî kiribin, agahiyên dewletê li derva eşkere kiribin nikarin bibin namzed.
Namzedên serokomartiyê ku nîvê dema mafê propagandaya xwe derbas nekin dikarin dîtbarî propagandayê bikin. Propgandayên dîtbarî li dervayê TRTyê tên amadekirin. Di van dîmenan da cî nadin tiştên dike wekî sûc xanê bikin.
Di vê çarçoveyê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Muharrem Înceyê CHPyî û Meral Akşenera ÎYÎ Partiyî gotin ku ew ê mafê xwe bi kar neynin.
Selahattîn Demirtaşê namzedê serokomartiyê yê HDPyê jî bi navbeynkariya parêzerê xwe va ji Wezareta Edaletê xwest ku bira dîmenên propagandayê li girtîgeha ku tê da ye werin kişandin û ji bo vê jî daxwaznameyek da Lijneya Hilbijartinê ya Bilind. Lijneyê jî biryar da ku dîmenên axaftina propagandayê ya Demirtaş li girtîgehê werin kişandin.
Axaftina propagandayê ya namzedan ew ê ji îro pê va di TRTyê da werin weşandin. Bi axaftina Demirtaş va di dîroka demokrasiya dinyayê da cara ewil namzedekê serokomartiyê yê girtî ew ê di televizyona dewletê da îmkana axaftinê bibîne.