ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Me hewl da ku em destûra bingehîn a nû çêkin. Lê belê mixalefetê her cure astengî derxistin. Yên din jî bi heman awayî her cure astengî derxistin. Li holê rastiyek heye, divê 400 parlementer bên derxistin. Bi 400 parlementerî wê destûra bingehîn a nû bi hêsanî were çêkirin. Ez li hember hemû partiyan wek hev tevdigerim, hûn rayê didin kê bidin, lê 400 parlementerî bidin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ATO Congresiumê bi esnafên minîbus û otêbêsan ên Enqereyê ra hat bal hev.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku Tirkiye ji heyameke hesas derbas dibe û got: "Tirkiye di nav xwe da û li derve ji heyameke gelekî krîtîk derbas dibe. Hawirdora me hema bûye wekî xeleka êgir. Li jêr, tiştên ku li Sûriye û Iraqê diqewimin; li jor, bûyerên ku li Ukraynayê diqewimin, ji nêz va me eleqedar dikin. Bi heman awayî pirsgirêkên ku rêxistina terorê ya dabeşker û partiya di bin îdareya wê da bûn sedem, hê jî ji bo dahatûya me xetere ne."
Serokomar Erdogan bal kişand ser çêkirina destûra bingehîn a teze û wiha xeberda: "Me hewl da ku em destûra bingehîn a nû çêkin. Lê belê mixalefetê her cure astengî derxistin. Yên din jî bi heman awayî her cure astengî derxistin. Li holê rastiyek heye, divê 400 parlementer bên derxistin. Bi 400 parlementerî wê destûra bingehîn a nû bi hêsanî were çêkirin. Ez li hember hemû partiyan wek hev tevdigerim, hûn rayê didin kê bidin, lê 400 parlementerî bidin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha peyivî: "Li vî welatî cihê ku pirsgirêkên me yên dînî lê tên çareserkirin, li ku ye? Serokatiya Karên Diyanetê nîne? Heke siyasetmedarek, qaşo siyasetmedar, ku bibêje dema em hatin ser kar em ê Serokatiya Karên Diyanetê rakin, gelo helwesta wan a dîn çi ye? Li vî welatî heke li nirxên me yên dînî heqaret were kirin, heqaret li baweriya me were kirin, êrîş werin kirin û kes li hemberî van êrîşan dengê xwe neke, ez bawer dikim ku wê ev miletê vê yekê baş bibîne û binirxîne."
Serokomar Erdogan wiha xeberda: "Ji bo yên ku dixwazin cihêtiyê bikin nav miletê me, ala me bişewitînin, welatê me perçe bikin û wekî rêxistina paralelê vîrusan bikin nav dewleta me, di civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî da me do ji bo bikeve nav Belgeya Siyasetê ya Ewlehiya Neteweyî biryara pêşniyarê hilda û ji hikûmetê ra şand. Em ê êdî destûrê nedin van kesan."
Serokomar Erdogan qala girîngiya pergala serokatiyê kir û got: "Pergala serokatiyê, pêngaveke wisa ye ku Tirkiye di şûna ku beredayî hewl bide wê hêza xwe xurttir bike. Em êdî nikarin bi vê erebeya ku motora wê disekine, qaporteya wê perçe dibe, ji her aliyê wê deng derdikeve rêya xwe berdewam bikin. Hele di ser da jî heke benzîn, mazot û xaza vê erebeyê ber bi xilasbûnê va biçe, hûn bi vê erebeyê herî zêde heta îstasyineke sotemeniyê dikarin biçin. Heke hûn zorê bidin hûnê di rê da bimînin. Tirkiye niha hewl dide ku bi pergaleke ku her aliyê wê hildiweşe û hindik maye ku sotemeniya wê biqede rêya xwe berdewam bike."