HAKKARÎ
Serokê Giştî yê BDPyê Selahattîn Demirtaş ji ber hin ziyaretan çû bajaroka Buyukçîftlika li ser Geverê. Partiyiyan li ser pira Keremaxayê pêşwaziya Demirtaş kirin.
Demirtaş li wir axaftinekê kir û got: "Înşellah em dê cardin li ser vê axê xwînrijandin, şer û pevçûnê nebînin."
Demirtaş bal kişand ser biratî û hevgirtinê û wiha axivî: "Mixabin ji Bedirxaniyan û vir ve em nebûne yek. Nêzîkî 200 salan e ku kurd di nav hev de perçe perçe bûne, bira bûye dijminê bira, gund gundan, eşîr eşîran re bûne dijmin. Ev ne qedera me ye. Divê em vê rewşê biguherînin. Ji ber vê gelê me divê hev bigire. Heke em dixwazin ku xwîna ku dirêje bê sekinandin, pirsgirêk bên çareserkirin, aştî bê vî welatî ev jî bi yekîtiya me ve pêk bê. Ev bi biratiya me ve pêk tê. Înşellah em dê cardin li ser vê axê xwînrijandin, şer û pevçûnê nebînin. Em dixwazin yekîtiya me li Kurdistanê, li welatê me, li gundên me, li bajarên me bi xurttir bibe sedema aştiyê."
- "Tişta girîng yekîtiya gelê me ye"
Demirtaş wiha pê de çû: "Em malbateke mezin in û dikarin pirgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin, ev îradeya me heye. Em dixwazin ku li her derê malbatên me û gelê me di nav biratiyê de bijîn. Şikir ev demeke dirêj e ku xebatên me encamên baş derxistin holê. Jixwe yên ku dilê wan bi me re ne îro bi awayekî fermî jî bi gelê xwe ve bûne yek. Gelê me bêtir xurt bûye. Ya girîng yekîtiya gelê me ye."
Demirtaş piştî axaftinê beşdarî merasima xwarinê ya ku ji bo wî hat dayîn bû.