DIYARBAKIR
Alîkara Serokê Giştî ya BDPyê û namzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanakê got: "Gelê Kurd bi hêzeya xwe ya kevnare deketin ser sehneya dîrokê."
Kişanakê di konferansa "Diplomasiyê" ya ku li Hola Resepsiyona Sûmerbankê ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve hat lidarxistin de axivî. Kişanakê got ku diplomasî di têkoşîna kurdan de her dem girîng bû û hevalên wan jî bi fedakarî xebatên diplomasiyê meşandine.
Kişanakê destnîşan kir ku xebatên li ser diplomasiyê girîng û bibandor in û Kişanakê wiha dewam kir: "Êdî bi diplomasiyê kurd jî pêşerojeke demokratîk dixwazin ava bikin. Êdî siyaset bi propaganda û zimanê mexdûriyatê nabe. Modelên bi vîzyon lazim in. Ez bawer im ev xebat û karên ku li ser diplomasiyê tên kirin, ji vir pê ve dê me pêşve bibe."