01 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Mehkemeya Cezayên Giran a 5emîn li Ûrfayê der barê Parlamentera HDPê Dîlek Ocalanê de biryara "girtinê" da ku parastina wê were girtin
Mehkemeya Cezayên Giran a 5emîn li Ûrfayê Dîlek Ocalana ku bi sûcê "propagandeya terorê" tê mehkemekirin û li navnîşana xwe nehat dîtin biryara "girtinê" derxist da ku parastina wê bistîne.
Di rûniştina duyemîn a mehkemeyê de parêzerên Ocalanê Sevda Çelîk Ozbingol, Dîlara Înal û Farûk Bedlek amade bûn.
Parêzeran daxwaz kir ku Ocalan parlamenter e û divê bi dawetê were vexwendinî mehkemeyê.
Heyeta mehkemeyê de biryara "girtinê" der heqê Ocalanê de derxist û diyar kir ku digel biryara "bizor anînê" jî li navnîşana xwe nehatiye dîtin û rûtiştin texîr kir.
Ocalan ji ber beşdariya cenazeyê Mehmet Yilmazê terorîstê PKKî bi sûcê "metodên rêxistina terorî yên wek şiddet, tehdîd û cebrê meşrû dike" û "propagandeya rêxistina terorî dike" bi cezayê heta 5 salan tê mehkemekirin.