01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
DİYARBAKIR
Îddianemaya der heqê Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş de ku ji aliyê Serdozgeriya Diyarbekirê ve di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de tê meşandin û ji 30 heta 80 salî ceza jê re tê xwestin hat qebûlkirin.
Di îddianameya ku ji aliyê Mehkemeya Cezayê Giran a 8emîn hat qebûlkirin de tê gotin ku Demîrtaş rêvebirê rêxistina terorî PKK/KCKê ye û wek "berpirsê navenda qada siyasî" xebat meşandine.
Herwiha li gor îddianameyê Demîrtaş xebatên di Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) -ku şaxa PKKê ye- de xebatên aktîf meşandine û ji ber çalakiyên xwe yên din din divê wek rêvebirê rêxistina terorî were cezakirin.
- Daxwaza 142 salan ceza
Li gor îddianameyê Demîrtaş di bûyerên 6 û 8ê Cotmeha 2014an ên Kobanê de li cih girtiye û daxuyaniya ji bo xelk dakevin kolanan bi xwe daye, loma jî ji rûdanan berpirs e.
Ji ber sûcên "rêvebirê rêxistina terorî", "handana xelkê ji bo nefret û dijmintiyê" û "handana ji bo tawanê" Demîrtaş bi daxwaza cezayê ji 43 heta 142 salan tê mehkemekirin.
- Îdianameya der barê Fîgen Yuksekdagê da
Îddianemaya der heqê Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdagê de ku ji aliyê Serdozgeriya Diyarbekirê ve tê meşandin û ji 30 heta 80 salî ceza jê re tê xwestin hat qebûlkirin
Di îddianameya qebûlbûyî de tê gotin ku Yuksekdagê xebatên di Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) -ku şaxa PKKê ye- de xebatên aktîf meşandine û ji ber çalakiyên wê yên din dib divê wek rêvebira rêxistina terorî were cezakirin.
Li gor îddianameyê Yuksekdagê di bûyerên 6 û 8ê Cotmeha 2014an ên Kobanê de li civîna Lijneya Rêvebirina Navendî cih girtiye û li bin daxuyaniyê îmzeya wê heye, loma jî ji rûdanan berpirs e.
Ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorî", "handana xelkê ji bo nefret û dijmintiyê" û "handana ji bo tawanê" Yuksekdag bi daxwaza cezayê ji 30 heta 80 salî tê mehkemekirin.