16 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO/PDY) dike de der heqê parlementerê berê Hakan Şukur de biryara girtinê hat derxistin.
Di çarçoveya lêpirsîna FETO ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê kirin de ji bo ku bi wesfê "gumanbar" îfadeya wî bê sitandin hat xwestin ku der heqê wî de biryara girtinê bê derxistin.
Dadgeriya Cezaya Silhê ya 6emîn a Stenbolê daxwaz nirxand û ji bo ku ji sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" îfadeya wî bê sitandin biryar da ku der heqê Hakan Şukur de biryara girtinê bê derxistin.
Hat ragihandin ku biryara girtinê ya der heqê Hakan Şukur de ji ber parvekirinên wî yên ku ji 17-25ê kanûna paşîn a 2013an pê ve ji ser çapemeniya civakî dike hat derxistin.