Fatih Gazioğlu
04 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2019
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi parlamenterên AK Partiyê ra hat bal hev.
Civîn li ser sifreya taştê li Navenda Giştî ya AK Partiyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin.
Di civînê da ji Edene, Adiyaman, Afyonkarahîsar, Agirî, Aksaray, Amasya, Enqere, Antalya, Erdexan, Aydin, Balikesîr, Bartin, Batman, Bayburt, Bîlecik, Bîngol, Bidlîs, Bolu, Burdur, Çankiri, Çorum û ji Edirne bi tevahî 60 parlamenter amade bûn.
Civînê 3 saet û 15 deqîqeyan dewam kir.