TBMM
Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Ahmet Aydin got ku her çiqas CHP li pêşber me raweste jî em pêngavên demokrasî û reformê diavêjin.
Parlamanterê Diyarbekirê yê BDPê Altan Tan îdia kir ku divê niha bûyera Lîcê bihata zelalkirin lê belê bi polemîkên siyasî dixwazîn vê meselê bidin jibîrkirin.
Parlamanterê Bartinê yê AK Partiyê Yilmaz Tunç jî da zanîn ku der barê bûyera Lîcê de Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê lêpirsîn vekiriye. Her wiha Wezereta Karên Hundir û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê jî mufetiş şandin û dê ev bûyer bê zelalkirin.
Parlamanterê Stenbolê yê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî îfade kir ku Tunç, kurd û hemû herêm wek kaçaxçiyên madeya hişbir daye nîşan ku ev jî tiştekî ne rast e.
Li ser vê Tunç îtiraz kir û got ku min tiştên wisa negotine û Tanrikulu gotinên min şaş dide fêhmkirin.
Disa Tanrikulu got ku divê mesela kurdan bi rêyên demokratîk bên helkirin û dîsa anî ziman ku em wek meclis nekevine betlaneyê û pêngavên demokratîkbûnê nehêlin heya 1ê çiriya pêşîn. Çimkî em dikarin vê yekê bikin. Heke em nekin dibe ku em vê havînê tûşê gelek dilsoziyan werin.
BDP ji bo ku mesela Lîcê bê lêkolînkirin wek pêşniyareke koma BDPê vê mijarê pêşkêşê Lijneya Giştî ya TBMMê kir.
MHP jî ji bo êrîşên ku li Tirkmenên Tirkmenistana Rojhilat û Iraqê tê kirin pêşniyareke koma xwe pêşkêşê Lijneya Giştî ya TBMMê kir.
Lê belê pêşniyarên BDP û MHPê hatin redkirin.