ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler beşdarî resepsiyona 237. salvegera azadiya DYEyê ya li avahiya balyozxaneya DYEyê hat dayîn, bû.
Rojnamevanan ji Guler pirsîn ku gelo di navbera nûnerên hikûmetê û parlementerên BDPê de, der barê bûyerên Lîceyê de hevdîtin hatin kirin an na? Guler li ser van pirsan got ku haya wî ji hevdîtinek bi vî awayî tuneye û heke hevdîtineke wisa hatibe kirin jî, nizane di hevdîtinê de çi hatiye axaftin.
Guler got, ji bo ku pêvajoya çareseriyê rastî tu astengiyan neyê, hem bi gotinê hem jî bi kirinê di nêv hewldaneke mezin de ne û ji bo çareseriyê çi hewce be dikin.
Ji Guler hat pirsîn ku 'pêşnûmaya BDPê ya avakirina komiteyên çavdêriyê yên herêmî çawa dinirxîne?' Guler wiha bersiv da: "Ev pêşnûmayek e, lê bi ya min tevgerîna li gor şertên pêvajoyê bixwe bes e. Her kes karê ku ketiye para wî bi cî bîne, tu pirsgirêk namîne. Di serî de jî ya dihat payîn ev bû. Heke her du alî di nêv têkiliyê de bin û hev fêm bikin, pêvajo jixwe dê bimeşe."
Guler pirsên der barê derketina PKKyiyan ya derveyî sînor de jî bersivandin û got ku pêvajoyê dişopînin û daxuyaniyên Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan yên di vê mijarê de li holê ne. Jixwe ev beyanên herî rast in.
Guler dest nîşan kir ku şert û mercên pêngava duyemîn ya pêvajoya çareseriyê, hêj pêk nehatine.
Rojnamevanekî nûçeyên der barê firînên heronan ya li herêmê bi bîr xist û sedemên derengmayîna derketina PKKyiyan ya derveyî sînor pirs kir. Li ser vê yekê Guler wiha axivî: "Tespîteke me ya wisa tuneye. Ji sedî 15 çawa derketibe yên din jî dê wisa derbikevin."