KOCAELÎ
Namzedê Serokomariyê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku niha di dîroka komarê de yekem car bindest li dor rêyekê bûn yek û wiha got: "Em cara ewil bi saya serokomariyê dengê xwe, rêgez û prensîbên xwe ev qas nîşan didin. Em gel in, em jî wek bindest li vî welatî hene."
Demîrtaş li Îzmitê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kir û di axaftina xwe ya li hêwana dawetê de got ku em tenê pêşbaziya hilbijartina serokomariyê nakin, bi belgeya jiyana nû ya ku me eşkere kir, em ji bo Tirkiyeyê pêşniyaza jiyaneke nû dikin.
- "Nebêjin dê Tayyîp Beg, Ekmel Beg û Demîrtaş me xilas bikin"
Demîrtaş got ku serok û kes nikarin welêt xilas bikin, lê belê gel dema dest bidin destên hev dê welat rizgar bibe.
Demîrtaş axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ew kesên dibêjin ku 'em ji bo rizgarkirina we hatin' beriya her tiştî dek û dolaban li ser serê me digerînin. Em dikarin xwe xilas bikin, lê belê yekîtiya bindestan, yekîtiya kesên ku nayên qebûlkirin dikarin hev du rizgar bikin. Tenê dema ku malbatên li Somayê û Roboskiyê dest bidin destên hev, dema ku malbatên me yên li Geziyê dest dan destê malbatên Lîceyê. Ango dema em ji bo jiyaneke wekhev, birûmet û adîlane têkoşîn bidin, em dê rizgar bibin. Nebêjin "dê Tayyîp Beg, Ekmel Beg û Demîrtaş me xilas bikin." Hûn dikarin xwe rizgar bikin. Ez ji bo ku vê peyamê û vî rihê yekîtiyê belav bikim, bûm namzed. Ne ji bo xilaskirina hemû gelê Tirkiyeyê, ez ji bo ku vê derewê vê durûtiyê bişkînim, bûm namzed. Di dîroka komarê de niha cara yekem bindest dibin yek. Em cara ewil bi saya serokomariyê dengê xwe, rêgez û prensîbên xwe ev qas nîşan didin. Em gel in, em jî wek bindest li vî welatê hene."
- "Serokwezîrekî ku bi muxalefetê re hevdîtin nake heye"
Demîrtaş îdia kir ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li parlementoyê bi muxalefetê re hevdîtin nake.
Demîrtaş got ku "Serokwezîrê ku tiliya xwe ji hemû hilberan re dihejîne û heqaretê dike, dê çawa bibe serokomarê tevahiya vî welatî" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev kes çawa dê bibe serokomar û derdê me hemûyan guhdar bike? Kesekî ku ev qas kîn û nefretê di xwe de dihewîne, ji gel ev qas nefret dike, çawa dê bibe serokê gel?"
Demîrtaş got ku em biçin kû em dê peyamên biratî, wekhevî û edalatê bidin, em tu kesî tenê ji ber ku deng daye partiyek din wek dijmin nabînin. Demîrtaş got ku divê her kes li gor baweriya xwe bikare bijî û bikaribe bibêje "ez kurd im, tirk im, çerkez im."