ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwe ya TBMMyê de axivî û di axaftina xwe de li ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê sekinî.
Erdogan bangî gelê Îsraîlê kir û wiha got: "Êdî li hember zilm û komkujiya dewlet û hikûmeta xwe bila dengê xwe derxin. Gelê Îsraîlê êdî bila bibînin ka hincetên ku ji wan re tên nîşandan çiqas ne rast in. Êrîşên ku dikin çiqas giran in. Dibêjin 'Hamasê bombe avêtiye.' Baş e, bombe avêt û çend kes mirin? Mirî tune, lê çawa dibe hûn 200 kesî dikujin, ji 700î zêdetir qasî 1000 kesî birîndar dikin. We Xeze xirab kir, hilweşand. Gotin tiştekî hêsan e, hûn 400 ton bombe diavêjin. Bi polîtîkayeke wiha ve gelê Îsraîlê tu carî nikare bigihîje ewlekariyê û refahê. Heta ku ev komkujî dewam bike, zarok bên kuştin pêwendiyên me tu carî normal nabin."
Erdogan behsa hilbijartina Serokomariyê jî kir û daxuyand ku partiyên muxalefetê û namzedên Serokomariyê dibêjin ku şertên hilbijartinê ne wekhev in û wiha axivî: "Rast e. Bi rastî jî em bi namzedên ne wekhev ve pêşbaziyê dikin. Hemû muxalefet li dijî AK Partiyê hatine cem hev, li dijî me sefên xwe girtine. CHP, MHP, partiyên biçûk, rêxistinên çepgir ên marjînal, saziyên medyayê yên eşkere, nivîskar û şirovekarên wan û hin karsaz bi hemû hêz û derfetên xwe ve piştgiriyê didin namzedên li hemberî me. Şebekeya Pensîlvanyayê jî piştigiriyê dide van namzedan. Hin aliyên navneteweyî yên ku ji polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê aciz in jî helbet piştgiriyê didin van namzedan. Yanî bi du namzedan ve na, em li hember gelek namzedan pêşbaziyê didomînin."