01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 02 Mijdar 2015
ANKARA
Di hilbijartina ku endamên Parlementoyê yên Heyama 26an eşkere dike de ji sedî 99.18ê sandiqan hatin vekirin. AK Partiyê ji sedî 49.38ê rayan hilda û bi tena serê xwe bû îqtidar.
Li gor daneyên ku fermî nînin AK Partî di vê hilbijartinê de jî ji sedî 49,38ê rayan hilda û gihîşt rêjeya ji sedî 49,8an a ku di hilbijartina 2011an de hildabû. Bi vê rêjeyê ve careke din bi tena serê xwe bû îqtidar.
Bi vê rêjeyê AK Partî 316 parlementerî dişîne meclisê.
Di hilbijartinê de CHPya ku ji sedî 25.41 ray hilda 134 parlementerî qezenc kir, MHPya ku ji sedî 11.94 hilda 41 parlementerî qezenc kir û HDPya ku ji sedî 10.69an hilda jî 59 parlementerî qezenc kir.